Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be 2023-01-13 09:02:13       WAN - Şêniyên Wanê nerazîbûna xwe ya ji bo bloqekirina hesabê xezîneyê yê HDP'ê anîn zimên û gotin: "Ma berê alikariya xezîneyê hebû? Heya em hebin, dê HDP li ser pêyan be."    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Destûra Bingehîn, di 5'ê çileyê de bloke danîbû ser hesabê alîkariya xezîneyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Bertekên li dijî vê didomin. Şêniyên Wanê, bi lêv kirin ku ev biryar, biryareke li hemberî vîna bi milyonan kesî ye.    'EM Ê HÎN BÊTIR XWEDÎ LÊ DERKEVIN'   Ahmet Bûlût, ev biryara AYM'ê wekî "îpoteka li ser vîna hilbijêrên HDP'î nirxand" û got: "Bloqekirina alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyeke ku temsîliyeta bi milyonan kesî dike, astengiyeke li hemberî wan hilbijêran e. Em vê yekê şermezar dikin û em ê hîn bêtir xwedî li HDP'ê derkevin."    'HEYA GEL HEBE DÊ HDP LI SER PÊYAN BE'   Bahattîn Aslan jî got: "Heya gel hebe, dê HDP li ser pêyan be. Gel dê li pişt HDP'ê be."   Alî Demîr jî got: "HDP, bi alîkariya xezîneyê nehatiye van rojan. Pêdiviya wê bi pereyê xezîneyê tune ye. Bila HDP hebe bes e. Em gel li pişta HDP'ê ne."    Yûsûf Abî jî destnîşan kir ku ev biryareke li dijî vîna gelê kurd e û got: "Madem dê alîkariya xezîneyê nekin, bila ji bo partiyên din jî nekin. Ev neheqî ye ku li gelê kurd û HDP'ê tê kirin. HDP dê li ser pêyan be em li pişta HDP'ê ne."    'BILA CANÊ HDP'Ê SAX BE'   Esnaf Garîp Yavîç jî bi lêv kir ku ji xwe gava mesele dibin kurd mirov nikare behsa hiqûqê bike û got: "Li pêşiya me hilbijartin heye. Tişta ku dewlet dixwaze, ew e ku kurd siyaseteke demokratîk nekin. Lewma hewl didin HDP'ê bigirin û wer xuya ye dê wê bigirin. Dê li Tirkiyeyê hem ji bo kurdan hem jî ji bo gelên din muxalefeteke baş nemîne. Bloqekirina alîkariya xezîneyê jî gaveke beriya girtinê ye. Ev pere ne pereyê dewletê ye, pereyê bi baca gel e. Hemû partî sûdê ji vî pereyî digirin. Bi astengkirina vî pereyî dixwazin HDP nikaribe bixebite. Bila canê HDP'ê sax be, tu mesele tune ye. Ji xwe gelê me dê rola xwe bilîze û di hilbijartinê de vîna xwe bide der."    'EM LI PIŞTA HDP'Ê NE'   Halîl Cancî jî got: "Ev biryar, berdewama zilm û heqareta li gelê kurd e . Em qebûl nakin. Gelê me dê li ber vê rabe. HDP dê bi ser bikeve." Îdrîs Kiziltaş jî got: "Çi ji destê me bê em ê ji bo partiya xwe bikin. Sedema sereke ya qutkirina alîkariya xezîneyê, ji ber ku HDP partiya kurdan e."    MA / Cengîz Ozbasar - Bêrîvan Kûtlû