Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin 2023-01-12 19:54:03     ÊLIH - Li Hezoyê cerdevan bi çekan bi hev ketin. 2 cerdevan mirin.    Li gundê Xirbakê yê navçeya Hezo ya Êlihê du malbatên cerdevan bi çekan bi hev ketin. Di şer de 2 cerdevan mirin û 3 jê giran 8 cerdevan jî birîndar bûn. Ên birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê.    Hat hînkirin ku şerê niha dewama şerê ku di 3'yê Hezîrana 2022'yan de ye. Di wî şerî de jî 3 kes miribûn.