Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin 2023-01-12 16:05:34   ÊLIH - Danişîna doza Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û rojnamevan Îdrîs Yayla jî di nav de 28 kesên tên darizandin hat taloqkirin.    Danişîna 10’emîn a doza derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Xwediyê Îmtiyazê yê JiyanHaberê Îdrîsa Yayla jî di nav de 28 kesên bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” hatiye vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Êlihê hat lidarxistin. Îdrîsa Yayla û Sebahat Tuncel a ji dozek din girtî ye tev li danişînê nebûn û hin kesên negirtî tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn.    Parêzeran xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. Dozger jî heman nêrînê ragihand.    Heyeta dadgehê biryar da ku fermana girtina sê kesên nehatine girtin û paratsina wan nehatiye girtin berdewam bike û dosyeyên wan bo bên tefrîkirin di navbera celseyan de bên nirxandin. Heyetê danişînê taloqî 9’ê gulanê kir.