Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin 2023-01-11 20:24:35   STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo mîtînga 15'ê Çileyê li Kadikoy û Kartalê belavok belav kirin.    Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) pêk tê, dê di 15'ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma "Em pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" mitînga xwe ya ewil a hevpar li dar bixe. Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tevlî mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 13.00'an de dest pê bike.    Bi beşdariya pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dagê, li rawestgeha metrobusê ya Sogutluçeşme ya Kadikoyê û li KAdikoyê belavok hatin belavkirin.    Endamên Tifaqa Ked û Azadiyê di dema belavkirina belavokan de bi dirûşmeya "Em pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" gel vexwandin mîtîngê.