TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye 2023-01-11 16:24:01   STENBOL - Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten diyar kir ku cezayê li Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci hatiye birîn pûç û vala ye û wiha got: “Em niyeta we dibînin û bi awayekî zelal tînin ziman, hûn ê bi ser nekevin.”   Li Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn û hate berdan. TTB’ê têkildarî cezagirtina Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya dirûşmeya “TTB bêdeng nebû wê neyê bêdengkirin” hate berzkirin de nûnerên gelek saziyên neteweyî û navneteweyî û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Zuleyha Gulum, Parlamenterê Partiya Komar a Gel (CHP) yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek nûnerên partiyên siyasî amade bûn   DELÎL NÎNE, CEZA HEYE   Jacqûes de Haller ê li ser navê Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê axivî, diyar kir ku berdana Fîncanci cihê keyfxweşiyê ye. Haller ê bal kişand ser çalakiyên TTB’ê diyar kir ku di çalakiyan de pîşe hatiye parastin. Haller, anî ziman ku heta ku ceza bê xerakirin û beraet were dayîn wê bi TTB’ê re têkoşîna xwe bidomînin. Ole Johan Bakke yê li ser navê Komîteya Doktoran a Daîmî ya Ewropayê axivî, destnîşan kir ku tevî tu mijareke ku ceza jê re bê xwestin nîne jî, ceza hatiye birîn. Bakke, diyar kir ku tevî tu delîl nînin jî dîsa ceza hatiye birîn û bi lêv kir ku ew ê sekna xwe ya li cem TTB’ê bidomînin.     ‘WEKE NÎMETEKÊ TÊ PÊŞKEŞKIRIN’   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku ji berdanê re keyfxweş bûn lê ev rewşeke trajîk e û wiha got: “Bifikirin miroveke zanyar bi lingên xwe ji derveyî welat hat û 3 mehan girtî ma. Bifikirin keyfa me ji vê re tê. Esas divê em ji vê yekê re xemgîn bibim. Ev welat ji kesên cuda difikire re heznake. Dem bi dem parazvanên maf qetilkirin. Lê weke ku dibînin têkoşîn bi dawî nabe. Mezintir dibe û didome. Ez ê tekildarî pratîka darazê û çiqas girêdayî ye çend tiştan bêjim: Dema parazvanên mirovan dest bi gotina divê çi bibe kirin, lînca medyaya dîjîtal dest pê dike, pişt re desthilat hedef nîşan didin. Pişt re daraz dikeve nava liv û tevgerê û hûn bi awayekî neheqî tên girtin. Dû re ceza tê birîn û weke nîmetekê tê pêşkeşkirin. Lê divê em li dijî vê bisekinin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku ev tarîtî ji holê rabe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   ‘CEZA PÛÇ Û VALA YE’    Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten jî diyar kir ku li dijî TTB’ê êrişên sîstematîk pêk tên û wiha got: “Ez cezayê bêhiqûqî ku ji Şebnem Korûr Fîncanci re hate birînweke berdewama darizandina bijîşktiyê dibinim. Di hiş û wijdanê me de ev ceza pûç û vala ye. Duh jî ji bo danişîna dozeke bêbingeh a ji bo Konseya Navendî ya TTB’ê ji peywîrê bê wergirtin li Edliyeya Dişkapi ya Enqereyê bûn. Em niyeta we dibînin û bi awayekî zelal tînin ziman, hûn ê bi ser nekevin.”   Piştî daxuyaniyê girse çû ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku Fîncanci dê jê bê berdan.