Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin 2023-01-11 16:07:37   ÎZMÎR – Bijîşkê bi navê Muhîttîn Demîr li mala xwe ya li Îzmîrê mirî hate dîtin.    Peywirdarê Beşa Kardiyolojiyê ya Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dokuz Eylûlê Dr. Muhîttîn Demîr (30) li mala xwe mirî hate dîtin. Xizmên Demîr heta demekî agahî jê negirtin û piştre rewş ji polîsan re ragihandin. Li ser vê yekê jî polîs û komên tenduristiyê çûn mala Demîr û dîtin ku li malê jiyana xwe ji dest daye.    Li gorî lêkolîna ewilî ya li cihê bûyerê, hat îdiakirin ku Demîr dermanên anestezîk bi kar anîne û xwe kuştiye.  Cenazeyê Demîr ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.    Hat zanîn ku Demîr di Ezmûna Ketina Perwerdeya Pisporiya Tipê (TUS) ya sala 2018’an de yekemîn derketibû.