Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome 2023-01-11 13:05:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî hemû zextan jî bênavber didomin.    Tevî cezayên darvekirinê, girtin û binçavkirinê jî çalakiyên protestoyî yên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in. Li gelek bajarên cuda yên Îranê welatiyan li noqteyên cuda û li malên xwe pankart hilayîstin û bertekên xwe nîşan dan. Duh li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê gelek çalakvan çûn Çiyayê Awyarê û bertek nîşanî cezayên darvekirinê dan.    Li bajarên Ciwanro, Diwandere û Sineyê jî gelek çalakvan hatin binçavkirin. Ji ber ku berxwedana gel a li Ciwanroyê bênavber didome, rejîmê gelek leşker ber bi bajêr ve sewq kir.