Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene 2023-01-11 11:29:33   ENQERE - Sekreterê Giştî yê ELDH’ê parêzer Thomas Schmidt diyar kir ku CPT ji ber sedemên polîtîk raporên têkildarî Îmraliyê parve nake û wiha got: “CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji Ocalan ev zêdetirî 21 meh in tu agahî nayên girtin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de çûbû serdana Îmraliyê lê Ocalan derneketibû hevdîtinê. Bi serdana CPT’yê re fikarên heyî hîn zêdetir bûn û li ser vê yekê rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî serî li CPT’yê dabûn. Navenda Lêkolîn û Vekolînên Têkildarî Demokrasiyê/Koma Destwerdana Qanûnî ya Navneteweyî (CRED/GILI), Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Demokrat ên Ewropî (AED), ji Îtalyayê Giuristi Demokratik (GD), ji Almanyayê Republikanischer Anwältinnen-und Anwälteverein e.V. (RAV), Vereinigung Demokratischer Juristinnen und Juristen e.V. (VDJ) û Verein Für Demokratie und Internationales Recht (Maf-Dad), ji Belçîkayê Syndicat des Avocats pour la Démocratie (SAD) û ji Hollandayê Vereniging Sociale Advocatuur Nederland serlêdan kirin û di serlêdana xwe de xwestin ku Tirkiye li gorî pêşniyarên CPT’yê tevbigere û dawî li tecrîda ser Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne.    AWAYÊ XEBATÊ YÊ CPT’YÊ Û ROLA WÊ    Sekreterê Giştî yê ELDH’ê parêzer Thomas Schmidt têkildarî serdanên CPT’yê axivî. Schmidt, da zanîn ku sedema parvenekirina rapora giştî ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya CPT’yê ne mewzûatên qanûnî ye û wiha got: “Ji ber sedemên polîtîk nayê parvekirin. Pir girînge ku mirov di ferqa awayê xebata CPT’yê û rola wê de be. Gelek caran sînorên peywira CPT’yê xelet tên fêmkirin. Tekane rayeya CPT’yê ew e ku binpêkirinên mafên mirovan lêkolîn bike û derheqê mijarê de pêşniyaan li dewleta têkildar bike û heta astekî piştgiriyê bide. Destwerdana li dosyayên munferît peywira wê nîne. Lewma jî mimkin nîne muxatabê pirsgirêkê bi xwe bikare serî li CPT’yê bide. Lê belê CPT di serdanên xwe de dikare dosyayên munferît ên ber rayeya wê dikevin lêkolîn bike. Heke CPT binpêkirinên mafên mirovan ên li ber rayeya wê dikevin tespît bike, dê weke raporekê ji hikûmetê re bişîne û ji bo sererastkirina rewşê pêşniyar bike.”    MERCÊN TAYBET ÊN LI ÎMRALIYÊ QEBÛL KIRIN   Schmidt, got ku derfet nînin ku CPT neçar be raporên behsa xeberê parve bike û ev tişt anî ziman: “Lê belê dikare çavdêrî û pêşniyarên xwe di bin hinek şert û mercan de parve bike. Raporên CPT’yê dikarin ji bo teqîbatên dadgehên neteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê (DMME) weke delîl bên nîşandan. Li gorî xala 7’an a peymanê, CPT dema mercên taybet çêbûn dikare biçe serdanan. Sedema serdana wê ya li Îmraliyê ya di navbera 20-29’ê îlonê de jî ev merc in. Li gorî min ji bo raya giştî ya navneteweyî di vê mijarê de xwedî agahî be ev serdan baş bû. ji ber ku di encama vê serdanê de CPT’yê jî qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene û ev rastî nîşanî raya giştî da. Di dema serdanê de şande bi rayedarên hikûmetê re civiya û çavdêriyên xwe bi meqamên tirk re parve kir.”    MEWZÛATA RAPORÊ EŞKERE YE   Di berdewamê de Schmidt diyar kir ku her çend ku salekê dereng vemînin jî raporên CPT’yê tevî daxuyaniyên Tirkiyeyê tên weşandin û wiha pê de çû: “Lê ev derengmayîn bi xwe re pirsgirêkan tîne. Di demên berê de CPT hema hema her sal diçû Tirkiyeyê û çendek serdanên weke serdegirtinê kirin. Gelemperiya van qeydan hatin pavekirin. Lê rapora têkildarî serdana dawî nehat parvekirin. Weke ku me di bangawaziya xwe de jî aniye ziman, ev yek bi xwe re pirsgirêkeke mezin tîne. Nexwe mewzûata têkildarî peymana ku xebatên CPT’yê vesaz dike û parvekirina raporan pir eşkere ye. Heke hewce bike ku agahiyên di dema serdanê de bi awayekî ewle werin veşartin, wê demê CPT nikare rapora xwe parve bike. Girîng e ku mirov di ferqa îstîsnayên heyî de be. CPT tenê heke bi hikûmeta tirk re hevkariyê bike û daxwaza hikûmetê ya bi kirina pêşniyarên CPT’yê hebe dikare bi cih bîne. Ev yek bi taybet ji bo destûra hevdîtinên bi rêk û pêk ên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi malbat û parêzerên xwe re derbasdar e. Ev rêgeza nepeniyê îstîsna ye û heke hikûmeta têkildar li gorî pêşniyaran tevnegere û qebûl neke ku rewşa girtiyan baş bike, wê demê CPT bi piraniya dengan dikare têkildarî mijarê gel agahdar bike. Wê demê ev mafê wê çêdibe. Di vê daxuyaniyê de dikare cih bidin çavdêrî û pêşniyarên CPT’yê jî. Dikare di heman daxuyaniyê de bibêje ku hikûmeta Tirkiyeyê her tim pêşniyarên wan red kiriye. Ya ku CPT niha divê bike jî tam ev e.”    PÊŞNIYAR BICIH NEANÎN    Bi domdarî Schmidt daxuyand ku nayên zanîn bê ka CPT’yê di serdana îlona 2022’yan de nûveyên çawa bi dest xistine û wiha derbirî: “Lê belê tê zanîn ku Tirkiyeyê pêşniyarên CPT’yê yên di serdanên berê de bicih neanîne. CPT di sala 2019’an de jî çûbû serdana Îmraliyê û gotibû ku şert û mercên girtiyên li Îmraliyê nayên qebûlkirin lewma ev serdan pêk anîne. Yek ji pêşniyarên CPT'yê yên di vê serdanê de jî ew bû ku girtiyên li Îmraliyê bikarin bi cîhana derve re peywendiyan deynin. Anku li vir qala hevdîtinên parêzer û malbatan dkir. Lê ev nêzî 2 sal in Abdullah Ocalan û girtiyên din nikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Dema em li vê rewşê dinihêrin, CPT’yê binpêkirina hiqûqa navneteweyî tespît kiriye û divê ev yek ji rayedarên hikûmetê re ragihandibe. Piştî serdanên CPT’yê yên berê û pêşniyarên wan jî rê nehatiye dayîn ku girtiyên li Îmraliyê bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê; li gorî fikraya 2’yan a xala 10’an a CPT’yê mafê wê heye ku daxuyaniyekê bide raya giştî. Heke ji bo bikaranîna vî mafî piraniya dengan ji CPT’yê derneketibe jî mafê CPT’yê heye ku Komîteya Wezîran a Ewropayê agahdar bike ku hikûmeta tirk dilxwaz nîne ku bi wan re hevkariyê bike û divê li gorî pêşniyarên wê tevbigere.”    QOZÊ ÎXRACKIRINA TIRKIYEYÊ   Schmidt bal kişand ser rola Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) û wiha axivî: “Komîteya Wezîran herî dawî ji bo bicihanîna biryara DMME’yê ya ji bo berdana Osman Kavala bang li hikûmeta tirk kir. Ev mînakeke baş e. Anku di heman demê de ferqa di navbera DMME û CPT’yê de nîşan dide. Pir eşkere ye bê ka Komîteya Wezîran di çarçoveya biryarên DMME’yê de dikare çi bike. Lê di vê mijarê de ji bo CPT’yê vesazkirineke taybe nîne. Lê gava vê ya ewil ew e ku li Komîteya Wezîran were nîqaşkirin. Divê komîte di navbera xwe de nîqaş bike bê ka dixwazin çi bikin. Heman rewş di mînaka Rûsyayê de derket holê. Rûsyayê li dijî îxtîmala ku ji Konseya Ewropayê were îxrackirin zû tevgeriya û bi awayeke fermî ji Konseya Ewropayê derket. Îxrackirina ji Konseyê kozeke girîng e lê weke min gotibû ev biryarên siyasî ne. CPT niha hewl dide hikûmeta tirk qaneh bike ku berpirsyariyên xwe bicih bîne û mecbûriyetên wê bîne bîra wan. Divê parêzer û malbatên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikarin biçin serdanê. Me jî di bangawaziya xwe de daxwaza vê kir. Dibe ku ev daxwaz di civîna din a Komîteya Wezîran de bibe rojev û ji hikûmeta Tikriyeyê were xwestin ku li gorî pêşniyarên CPT’yê tevbigere. Lê mixabin prosedûreke qanûnî ya vê rewşê nîne. Mijareke siyasî ye.”    JI BO PIRSGIRÊKA KURD ÇARESERIYA SIYASÎ   Parêzer Schmidt bi lêv kir ku pirsgirêka tecrîdê ya li Îmraliyê pirsgirêkeke pir berfireh e û ev nirxandin kir: “Ji bo vê pirsgirêkê jî hewcehî bi çareseriyeke siyasî heye. Çareserî ne li Konseya Ewropayê yan jî li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Em di serdemeke wisa de ne ku gelek krîz û şer hene. Û ev rewş jî pir kêm dikevin rojeva raya giştî. Di vê mijarê de peywireke mezin dikeve ser milê çapemenî û civaka sivî. Weke ku em di mînaka Îmraliyê de dibînin; rola DMME, CPT an jî Konseya Ewropayê ya di van mijaran de pir bisînor e. Ji bo pirsgirêka kurd divê aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê çareseriyeke siyasî pêş bixin. Saziyên ewropî û yên navneteweyî tenê dikarin bibin alîkar.”   DIVÊ CPT ÎNÎSYATÎFA XWE BI KAR BÎNE   Herî dawî jî Schmidt ev tişt anî ziman: “Tişta herî baş a ku CPT dikare bike ew e ku fikraya 2’yan a xala 10’an bi cih bîne û bi daxuyaniyekê raya giştî agahdar bike. Bi vê daxuyaniyê dikarin rewşa li Îmraliyê bi hûr û kûr vebêjin. Dikarin pêşniyarên xwe yên ji bo hikûmeta Tirkiyeyê bi raya giştî re parve bikin û bibêjin ku hikûmeta Tirkiyeyê ev demekî dirêj e li gorî pêşniyarên wan tevnagere. Bendewariya me ya ji CPT’yê ew e ku ji bilî daxuyaniyê tu tiştek li pêşiya wan nîne. Gava duyemîn jî ew e ku ev mijar li Komîteya Wezîran were nîqaşkirin û çareseriyek jê re were peydakirin. Divê CPT û Komîteya Wezîran di mijara hevdîtina Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re tavilê bi roleke çalak rabin. Hêvîdarim ku ji bo vê tecrîda ku mirov nema dikare ragire tavilê çareseriyekê peyda bikin.”    MA / Stêrk Sutçu