Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr! 2023-01-11 10:55:09   ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê di ezmûna karmendiyê de kesê ku bi ser ketibû negirt kar û di mulakatê de puanê xizmê Serokê AKP’a Êlihê, Mehmet Melîh Gur zêde kir û wî kir midûr.    Di ezmûnên “Di wezîfeyê de payebilindî û guhertina navnasiyê” de torpîla “mulakatê” ya qeyûman ket dewrê. Di ezmûnên “Di wezîfeyê de payebilindî û guhertina navnasiyê” li Şaredariya Êlihê ku pêk hatin de, Mucahît Kartal puanê herî zêde 95 wergirt. Lê di mulakata devkî de nehat bijartin. Li şûna Kartal, xizmê Serokê AKP’a Êlihê Akîf Gur, Mehmet Melîh Gur ê ku 61 puan girtibû kirin midûr.    Di ezmûna nivîskî ku ji bo Midûriyeta Projeya Etûtê hat kirin de Abdulkadîr Îlge 93 puan wergirt lê di mulakatê de 59 puan dane.  Servet Tûfan ê 87 puan wergirt di mulakatê de 61 puan danê. Heta niha kesî tayînî Midûriyeta Projeya Etutê nekirine.    Qeyûmê Êlihê Ekrem Canalp ku di heman demê de walî ye, Mehmet Melîh Gur ê xizmê Serokê AKP’ê tayin kir û wî kir Midûrê Xebatkane û Parmendî.