AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir 2023-01-11 09:02:13   AMED - AYM'ê, doza Omer Koç de ku tê gotin ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin, bi hinceta "demboriyê" red kir. Parêzerê malbatê berî ku 30 roj di ser eşkerekirina pêvajoya binpêkirinê re derbas bibe, serî li AYM'ê daye, lê AYM'ê bi hinceta "demboriyê" serlêdana parêzerê malbatê red kir.    Di 4'ê cotmeha 2015'an de li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê, Omer Koç ê 17 salî ji malê re dibêje ez ê biçim li maçê temaşe bikim û dertê derve. Koç, piştî ji malê dertê bi derba çekekê tê kuştin.    Parêzerê malbatê bi hinceta ku "lêpirsîneke çalak" nehatiye kirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Lê çendî parêzerê malbatê berî ku 30 roj di ser pêvajoya eşkerekirina binpêkirinê re derbas bibe serî li AYM'ê daye jî AYM'ê bi hinceta "demboriyê" serlêdanê red kir.    AYM'ê, serlêdana ku bi hinceta lêpirsîneke çalak der barê polîsê F.K. (ku hatiye tespîtkirin çeka li cihê bûyerê li ser wî zîmetkirî ye) de nehatiye kirin, bi yekdengî red kir.    Beşa Duduyan a AYM'ê lêkolîna serlêdana şexsî ya têkildarî cînayetê de kir. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê derpêş kiriye ku "kiryar nehatiye tespîtkirin" û gotiye heya 3'yê cotmeha 2018'an biryara lêgerîna daîmî girtiye û îtiraza li dijî vê biryarê jî di 11'ê sibata 2019'an de ji aliyê 1'emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê ve hatiye redkirin û biryara redkirina îtirazê jî di 23'yê sibata 2019'an de ji malbatê û ji Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn re ku di warê hiqûqî de piştgiriya malbatê dike, hatiye şandin.    Piştî vê parêzerê malbatê, berî ku 30 roj di ser biryara redkirina îtirazê re derbas bibe serî li AYM'ê daye. Lê AYM'ê serlêdanê bi hinceta ku wextê hatiye diyarkirin derbas bûye bi yekdengî red kir.