Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e 2023-01-11 09:01:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîteya Karên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir ku jinên ereb û êzidî li dijî tecrîdê tifaqiya xwe ava dikin û wiha got: "Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e."    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara sala 2021’an de bi birayê xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Lê axaftin di nîvî de hatibû qutkirin. Her wiha parêzerên Ocalan jî herî dawî di 7’ê Tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re heta niha bi sedan serlêdan hatin kirin. Lê tu bersiva serlêdanên parêzer û malbatên ku dixwazin hevdîtinê bikin jî nayên bersivandin. Li gel girankirina tecrîdê, şer û alozî jî didome. Li dijî tecrîdê jî hêrs û nerazîbûn li seranserî cîhanê berdeam e. Bi milyonan kes li benda agahiyê ne ku ji Îmraliyê were.    Yek ji cihên ku herî zêde Abdullah Ocalan girîngiyê didê û digot divê erdnîgarî û civaka wê bên parastin jî Şengal e. Li Şengalê jî civaka êzidî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Berdevka Komîteya Karên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji ajansa me re axivî.    'HÊZA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN LI ÎMRALIYÊ YE   Şengalî diyar kir ku li gel girankirina tecrîdê, aloziyên Li Rojhilata Navîn kûrtir dibin û ev bandora xwe li seranserî cîhanê jî dike û wiha axivî: "Ev nêzî du salan e tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Dewleta tirk ne dihêle ku parêzerên wî û ne jî dihêle ku malbata wî pê re hevdîtin bike. Ev rewş jî rewşeke metirsidar e. Em jinên êzidî jî dibînin ku di asta herî jor de tecrîda ku mînaka wê li cîhanê nîne tê sepandin. Em jinên êzidî ji nêz ve rewşa birêz Ocalan û tenduristiya wî mereq dikin. Ev hemû mirovahiyê jî eleqeder dike. Tenê yek ji gotineke birêz Ocalan jî ditirsin. Yek ji sedemên girankirina tecrîdê jî ev e. Ji ber ku mifteya çareseriyê û hêza çareseriya pirsgirêka kurd, Rojhilata Navîn û pirsgirêkên cîhanê li Îmraliyê ye. Deriyê çareseriyê li Îmraliyê ye. Ji ber wê jî her carê bi cezayê disiplînê tecrîda heyî girantir dikin. Ev jî rewşeke gelek metirsîdar bi xwe re tîne. Her wiha bi girankirina tecrîdê re êrişên li ser Şengalê, herêmên Zap, Metîna û Avaşînê pêk tên. Ev bi xwe re aloziyê tîne û pirsgirêk nayê çareserkirin. Li seranserî cîhanê mirovatî li ser fikrê birêz Ocalan xwe bi rêxistin dike. Mirovatî ji fikrê birêz Ocalan sûdê werdigire. Tecrîdkirina vê fikr û ramanî ji li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Ji bona wê jî herî dawî hevditina ku CPT'î dabû diyarkirin ku li Îmraliyê hevditin çêbûye. Di heman rojê de dewleta tirk cezayê disiplînê ya 6 mehan dabû. Ev bi xwe dide diyarkirin ku CPT'î bi xwe jî ketiye di nava vê lîstokê û bûye perçeyek ji vê tecrîdê. Girtina birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî bû. Lê tecrîda ku îro jî tê meşandin ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê birêvebirin. Ji ber wê jî weke her beşeke civakê em jinên êzidî jî dixwazin agahiyeke şênber ji birêz Ocalan bistînin û gotinên wî bibihîzin."     'ARMANCA TÊKOŞÎNA ME AZADIYA FÎZÎKÎ YE’    Şengalî da zanîn ku yek ji xalên sereke yên jinên êzidî û ereb şikandina tecrîdê ye û wiha berdewam kir: “Jin dê bi avakirina yekitiya xwe tecrîdê bişkînin. Li dijî girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan li seranserî cîhanê jin li ser pêya ne. Bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê dirûşma, 'Jin jiyan azadî' ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye afirandin îro li Îranê bûye şoreş. Ji ber wê jî îro li seranserî cîhanê şikandin tecrîdê û azadkirina birêz Ocalan çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Li Şengalê jî jinên êzidî ji bo şikandina tecrîdê bi meş û çalakiyên cur bi cur xebat dan meşandin. Jixwe em jinên êzidî di sala derbas bûyî de jî perçeyeke esasî yê têkoşîna me azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bû. Ji ber ku em azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibînin. Tecrîda li ser Îmraliyê tecrîda li ser me tevan e û ev tecrîd bi taybetî li ser jinan tê meşandin. Jin tenê dikarin bi rêya fikr û felsefeya birêz Ocalan azad bibin. Em vê yekê weke deyneke mezin di stûyê xwe de dibînin û xebatên xwe didin meşandin. Di nav van xebatan de herî dawî me li gundê Medîban komxebatek kir. Di nav vê xebata me de jî 50 jinên êzidî û ereban cihê xwe girt. Rewşa li Îmraliyê hat nirxandin û li dijî tecrîdê têkoşîna ku bê kirin, hat plansazkirin. Em jinên Şengalê bi hemû pêkhateyan di vê salê de jî em ê bi çalakiyên cur bi cur li qadan bin. Yek ji parçeyê têkoşîna me ya herî girîng têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e.”    JINÊN EREB Û ÊZIDÎ LI DIJÎ TECRÎTÊ TIFAQA XWE AVA DIKIN   Suham Şengalî destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî bername û çalakiyên girîng li pêşiya wan hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nav vê rêxistinbûyînê de parçeyeke esasî parçeyê dîplomasiyê ye. Bêguman em jinên êzidî di asta dîplomasiyê de ya sala derbas bûyî derket pêş. Di komxebatên me de xala esas jî ji bo ku jin bê esas girtin û naskirin û her wiha qirkirina ku di şexsê jinan de li ser gel hatiye kirin bê naskirin weke Yekitiya Jinên Êzidî û Ereb be. Ev jî dê xebatên xwe yên Şengalê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bidin meşandin. Tişta ku em dixwazin tifaqî ye. Ji ber ku tişta birêz Ocalan ji me dixwaze xwe birêxistinkirin e û xwe li ser fikra neteweya demokratîk pêş xistin e. Ew netew dewlet û dijminatiya ku bi salane xistine nava gelan û bi taybetî jî li Şengalê xistibûn nava gelê ereb û civaka êzidiyan, êdî hêdî hêdî tê şikandin. Jinan xwe li dora projeya birêz Ocalan birêxistin kirin. Ev hedefa me ya esasî ye. Daxwaza me jinên êzidî ya sereke azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Ji bo vê jî dê çalakî û meş bên zêdekirin. Xebatên pêşiya me jî dê pîranî di vê çarçoveyê de bin."