Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû 2023-01-10 18:35:10   ENQERE - Dozger tevli danişîna ewil a doza doza der barê endamên Konseya Navendî ya TTB'ê de ku tê xwestin ji wezîfeyê bên girtin, nebû. Daxwaza parêzeran a ji bo redkirina dozê jî nehat qebûlkirin.    Danişîna ewil a doza der barê endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ku tê xwestin ji wezîfeyê bên girtin, li Avahiya Xizmetê ya Pêvekî ya Dişkapiyê ya Edliyeya Enqereyê hat lidarxistin. Nehat hiştin ku parlementer, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevan tevlî danişînê bibin.    Dozger tevli danişîna ewil a dozê nebû. Ji Buruya Hiqûqê ya TTB'ê Parêzer Vedat Aksoy têkidarî danişînê de got: "Diviyabû dozgerê ku îdianame amade kiriye li vir bûna. Ji lew re ev dozeke hiqûqê ye. Me got divê dozger doza xwe bişopîne. Me got, madem dê neşopîne em ê jî vê dozê neşopînin. Lê ev daxwaza me hat redkirin. Her wiha me kêmasiyên usûlê yên din jî bilêv kirin. Di dozên hiqûqê de ewilî şertên dozê tên vekolandin. Me got, di vir de îdianame bi awayekî dirust nehatiye çêkirin, wekî alîgir Konseya Navendî ya TTB'ê hatiye nîşandan. Halbûkî diviyabû her yek bihatana tespîtkirin û bi navê endamên Konseya Navendî yên tên xwestin ji wezîfeyê bên girtin dozek bihata vekirin. Di vî warî de daxwaza me ya ji bo redkirina dozê hat redkirin."   Dadgehê danişînê taloqî 8'ê sibatê kir.