Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin 2023-01-10 16:02:19   ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût beriya danişîna doza endamên Konseya Navendî yên TTB’ê ku ji wezîfeyê bên girtin axivî û got: “Em ê xebatên xwe bidomînin. Em çawa ku duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin.”   Danişîna ewil a doza endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ku ji wezîfeyê bên girtin, li Dadgeha Dişkapi ya Enqereyê tê lidarxistin. Beriya danişînê daxuyanî hat dayîn. Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê, Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, parlamenterên CHP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede TTB’ê, em xwedî li pîşeya xwe û rêxistina xwe derdikevin” hat vekirin ûdirûşm hatin berzkirin.    ‘TTB RÊXISTINA TÊKOŞÎNÊ YE’    Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku 70 sal in ew dibin deng û piştgiriya bijîşkan û ew ji bo mafê tenduristiyê têdikoşin û got: “TTB ne tenê rêxistineke pîşeyî ye ku ji bo parastina mafê hemû bijîjkan û civakê ji bo wergirtina xizmeta tenduristiyê ya bi kalîte dixebite, di heman demê de rêxistineke girseyî ya demokratîk e ku li dijî neheqiya ku em di van rojên dawî de pê re rûbirû mane têdikoşe. TTB di hedefa îktidarê de ye. Seroka Konseya Navendî Şebnem Korûr Fîncanci bi awayek dijhiqûqî hat girtin. Bi vê yekê re neman. Niha jî dixwazin bi doza ku vekirine, endamên konseya me ku bi hilbijartinê hatine ser wezîfeyê, bi îdiaya ku dij armanca xwe xebitîne ji wezîfeyê bigirin. Ev jî hindik ji wan re hatiye, derbarê hemû endamên Konseyê de bi lêpirsînên xwe dispêrên îdiayên bêbingeh hatiye destpêkirin. Pir zelal e ku ev tenê bi TTB’ê ve ne sînordar e.   XEBATÊN ME NE SÛC IN    Em ê van xebatên xwe ku dozgeriyê ‘dij armanc’ nîşan daye, berdewam bikin. Em ê li dijî her cure sepanên neheq,i bêhiqûqî û antidemokratik derkevin. Em ê li dijî desteserkirina pîşeya me ya serbixwe û xweseriya xwe bêdeng nemînin. Em ê li dijî pergala ku tenduristiyê kiriye bazirganiyê derkevin. Em ê tundiyê, qebûl nekin û li dijî her cure sepanên ku tune dike rabin. Hemû xebatên me sûc hatine dîtin. Em ê viya qebûl nekin. Ji bo em pergalek tenduristiya ya nû ji bo Tirkiyeyek nû ava bikin û dinyayek nû ava bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.    TBB BI BERPIRSIYARIYA XWE RADIBE   Dixwazin TTB’a ku li dijî polîtîkayên îktidarê yên neolîberal û Bernameya di Tenduristiyê de Veguherîn derdikeve, ji holê rakin. Lê bila zanibin, em ê tevî hemû zextên wan jî têkoşîna xwe ya ku maf û keda hevpîşeyên me diparêze û mafê tenduristiya gel biparêzin û li ber xwe bidin. Xebatên ez qala wan dikim ne sûc e û ne jî dijî armancê ye. TTB’a rêxistinina yekbûyî ya ku berpirsiyariya pîşeya bijîşkiyê ya civakî li ser milê xwe dibîne, çawa ku duh bêdeng nebû, wê îro jî bêdeng nemîne.”    BEŞTAŞ: EV DOZ TAM FAŞÎZM E    Piştre Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û anî ziman ku ji ber ku TTB polîtîkayên îktidarê destek nake bi van dozan re rûbirû maye û got: “Em bi neheqiyek nû re rûbirû ne. Îktidara AKP’ê kabûsek din tîne serêcivakê. TTB li vî welatî nûnertiya spîbûnê dike. Vekirina vê doza tam jî faşîzm e. Em wek HDP’ê li cem we bûn, em ê her li cem we bin jî.”