Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin 2023-01-10 16:01:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên beriya doza bi daxwaza endamên Konseya Navendî yên TTB’ê ji peywîrê bên girtin hatiye vekirin, hatin kirin de wiha hate gotin: “Bijîşk bêdeng nabin, TTB nikare bê bêdengkirin.”   Danişîna ewil a bi daxwaza endamên Konseya Navendî yên Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) ji peywîrê bên girtin hatiye vekirin îro li Enqereyê tê dîtin. Beriya danişînê li gelek bajaran ji bo endamên TTB’ê daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn.    ÊLIH   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji bo piştgiriya endamên TTB’ê li Odeya Bijîşkan a Êlihê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek bijîşk tev li daxuyaniyê bûn. Di civîna ku pankarta “Bijîşk bêdeng nabin, TTB nikare bê bêdengkirin” hate vekirin de Serokê Odeya Bijîşkan ê Êlihê Sertaç Adiguzel axivî. Adiguzel, anî ziman ku weke bijîşk wê gotina rastiyan bidomînin.    Sekretera Giştî ya Odeya Bijîşkan Sevcan Dundar jî wiha got: “Palpişta herî mezin a TTB’ê civak e, bijîşk in. TTB xwediyê wê baweriyê ye ku li dijî kampanyayên lîncê û zextan weke duh sibê jî têbikoşe.”   Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr ê TMMOB’ê Vahdettîn Tuzun jî bi lêv kir ku desthilat hemû kesên ku ji xwe re dibêjin muxalîf hedef digire.    Serokê Baroyê Erkan Şenses jî bal kişand ser danişîna Şebnem Korûr Fîncanci ku di 29’ê kanûnê de hate lidarxistin û wiha got: “Me li wir bêhiqûqiya li Fîncanci hate kirin dît. Lêpirsîna li dijî TTB’ê hatiye destpêkirin, hewldana darazê ya dîzaynkirina vê saziyê ye. Gotinên Mamoste Şebnemê di çarçoveya azadiya raman de ye.”   Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Denîz Topkan jî diyar kir ku desthilatê li dijî rêxistinên sivîl ên civakî êrişeke bi plankirî daye destpêkirin û wiha got: “Êrişa li dijî bijîşkên ku di dema pandemiyê de têkoşîneke mezin dan bi armanca bêdengkirina bijîşkan e. Em ê li dijî vê nêzîkatiyê bêdeng neminin. Me tu caran paşve gav neavêt, em ê neavêjin jî.”   RIHA    Odeya Bijîşkan a Rihayê jî têkildarî dozê li avahiya odeya xwe daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bûlût Ezer ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “TTB’ê tu caran pişta xwe nedaye tu desthilatan, ev yek qebûl nekiriye û bûye palpişta herî mezin a rexne, zanîst û hişê etîk. Têkoşîna wê demdirêj e.”   EDENE   Odeya Bijîşkan a Edeneyê, DÎSK, KESK, Baroya Edeneyê, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Bijîşkên Veterîner, Partiya Kedê û TMMOB'ê li ser mijarê daxuyaniyek dan. Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Selahattîn Menteş ê di daxuyaniya li avahiya odeya wan hatiye dayîn de axivî, xwest ku dozên derbarên girtina TTB’ê de hatine vekirin bên girtin.   MÊRSÎN      Odeya Bijîşkan a Mêrsînê li avahiya odeya xwe bertek nîşanî dozê da. Pêkhateyên Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mêrsînê jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Odeyê Nasir Nesanir ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Em ê van rojên bi zext û tarî bi hevgirtin û spîbûna pêşmalkên xwe bi ser bixînin. Soza me ya ji bo civak û hekîman e.”