Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin 2023-01-10 12:40:25   STENBOL - Ji ber ku tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin tê lidarxistin bûne, derheqê 12 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê bi sedema kêmaniyên di dosyayê de hate taloqkirin.    Xizmên girtiyan jî di nav de bi giştî derheqê 12 kesan de bi sedema ku tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin dihat lidarxistin bûne, doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 54’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Ji xizmên girtiyên nexweş Cemîle Çîftçî û Fînce Akman Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Evîn Genç û ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz ku derheqê wan de doz hatiye vekirin di danişînê de amade bûn.    DAXWAZA BERAETÊ    Fînce Akman di danişînê de axivî û da zanîn ku dema di 27’ê tebaxê de hatin binçavkirin, ji hêla polîsan ve hatine derbkirin. Akman, got ku ji bo kurê xwe yê di girtîgehê de tev li çalakiyan dibe û wiha domand: “Her hefteyê ji girtîgehan cenaze derdikevin. Ez li dijî vê rewşê li wir bûm. Ji bo ku li pêşiya qesra edaletê daxwaza edaletê bikim li wir bûm. Lê belê me hêj du gotin nekiribûn ku ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin.”    Parêzera Yildiz, Gulseren Yolerî jî da zanîn ku miwekîla wê mafên xwe yên makeqanûnî bi kar anîne. Yolerî, da zanîn ku miwekîla wê hatiye derbkirin, her hefteyê tê binçavkirin û lêpirsînên derheqê wê de jî bi biryara neşopandinê bi dawî dibin. Yolerî, daxwaza beraetê kir.    BIRYARA ANÎNA BI DARÊ ZORÊ    Parêzerê Zebîde Înce, Atîlla Bahçivan jî polîs mafê bikaranîna azadiya raman û xweîfadekirinê asteng dikin û daxwaza beraetê kir.    Dozger jî di danişînê de xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê ji bo endamê MATUHAYDER’ê Kalo Bozutmak biryara anîna bi darê zorê da û danişîn taloqî 24’ê çileyê kir.