Rojnameger Ender Îmrek beraet kir 2023-01-10 12:39:52   STENBOL - Rojnameger Ender Îmrek ê ji ber nivîsa xwe ya bi sernavê, "Tirkiye dişewite, Qesr lê temaşe dike” dihat darizandin, beraet kir.    Rojnameger û nivîskar Ender Îmrek ê ji ber nivîsa xwe bi ser navê "Tirkiye dişewite, Qesr lê temaşe dike” di rojnameya Evrenselê de nivîsandibû, bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin. Danişîna duyemîn a doza Îmrek li 44’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoya Stenbolê hat lidarxistin. Îmrek û parêzera xwe Yildiz Îmrek tev li danişînê bûn. Piştî parastina Îmrek, heyeta dadgehê diyar kir ku nivîs nebûye hêmana sûc û derbarê dozê de biryara beraetê da.