Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin 2023-01-10 09:50:20 STENBOL - Rojnamevan Sezgîn Kartal, di saetên serê sibê de bi serdegirtina polîsan a mala wî de hate binçavkirin.    Rojnamevan Sezgîn Kartal, di saetên serê sibê de bi serdegirtina polîsan a mala wî de hate binçavkirin. Di parvekirina ku Karşimahalleyê di hesaba xwe ya medyaya dîjîtal kir de têkildarî binçavkirina Kartal ev tişt hatin gotin: “Di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegeran de nûçegihanê me Sezgîn Kartal bi serdegirtina mala xwe ya di saetên serê sibê de hate binçavkirin. Em ê tevî zextên we jî nivîsandina heqîqetê bidomînin!”