Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin 2023-01-10 09:02:22   AMED - Malbatên rojnamegerên girtî ku têkildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin axivîn, anîn ziman ku rojnameger bi piştgirî û têkoşîneke hevpar dikarin pêşi li êrişên li ser rojnamegeriyê bigrin û xwestin ku rojnamegerên girtî bên berdan.    Li Tirkiyeyê 10’ê Çileyê wekî Roja Rojnamegerên Dixebitin tê pîrozkirin. Lê gelek rojnameger bi salan in di nav astengî, zext, tundî, binçavkirin û girtinan de kar û xebatên xwe dimeşînin. Li gorî daneyên saziyên rojnamegeriyê, li Tirkiyeyê 87 rojnameger girtî ne. Bi taybetî jî êrişên li dijî rojnamegerên kurd di wan salên dawî de zêdetir bûne. Di 16’ê Hezîrana 2022'yan de li Amedê 16 rojnamgerên kurd hatin girtin û her wiha di 28’ê Cotmeha 2022'yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere de 9 rojnameger hatin girtin.    Malbatên rojnamegerên girtî ku bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin axivîn, xwestin ku rojnamegerên girtî bên berdan.    7 MEH IN ÎDIANAME NEHATIYE AMADEKIRIN   Gulîstan Bûlûtê, hevjîna rojnamegerê girtî Zeynel Abîdîn Bûlût ku di 16'ê Hezîrana 2022'yan de tevî 15 hevpîşeyên xwe hatibû girtinî bi lêv kir ku 7 meh derbas bûne lê hê jî îdianameya rojnamegeran nehatiye amadekirin. Bûlûtê anî ziman ku ji ber ku sûcê rojnamegeran tune ye dozên berê lêkolîn dikin û ev tişt gotin: “Dozên wan bi neşopandinê encam bûne, tiştekî tê de nabînin ku têxin îdaanameyê û wan sûcdar bikin. Lê rojnamegerî bi her awayî tê kirin. Di nava çar diwaran de jî dikarin rojnamegeriyê bikin. Nikarin rojnamegeriyê têxin nava çar dîwaran. Em jî dizanin wan tiştekî xirab nekiriye, karê xwe kirine.”   ‘JI BER RASTIYAN DIBIN HEDEF’   Bûlûtê bi domdarî destnîşan kir ku rojnamegerên çapemeniya azad ji ber rastiyê radigihînin dibin hedef û wiha pê dê çû: “Desthilat dixwaze berî hilbijartinê dengê çapemeniyê bitepisîne. Dixwaze wan asteng bike ku di hilbijartinê de bi ser bikevin. Lê dê bi ser nekevin. Neheqiyeke pir mezin li rojnamegerên çapemeniya azad û malbatên wan tê kirin. Em malbat dixwazin, ew bi edaletî bên darizandin. Bêsûc 7 mehên di girtîgehan de ne. Hem ew di nava çar dîwaran de ne hem jî em malbat û zarokên wan li derve zordariyê dikişînin. Heqê me dê rojeke bê standin.  Em jî her tim li cem wan in. Em wan li wir bi tenê nahelin.”   ‘ROJNAMEGERÎ DI BIN LINGAN DE YE’   Gulsum Altanê, hevjîna Serokê Komeleya Rojnamegaran a Dîcle Firatê (DGF) Serdar Altan ku di 16'ê Hezîranê de tevî 15 rojnamevanan hatibû girtin, diyar kir ku li Tirkiyeyê azadiya ramanê ya rojnamegeran tune ye û wiha got: “Serdar di peyamên xwe de her tim qala piştgirî û bilindkirina têkoşîne kir. 10’ê Çileyê her çi qas wekî Roja Rojnamegerên Dixebetin be jî îro rûmeta rojnamegeriyê di bin lingan de ye. Li Tirkiyeyê azadiya ramanê ya rojnemegeran tune ye. Ji 16’ê Hezîrane ve rojnameger di girtîgehê de ne. Hê jî tu kes nizane rojnameger ji ber çi tên sûcdarkirin. Li Tirkiyeyê hûn weke çapemeniya sereke nûçeyan parve bikin û rastiya ragihînin gel, hûn ê rastî astengiyan werin û werin binçavkirin û girtin. Ev berê jî wisa bû, lê her tim binpêkirin û zext zêde dibin. Ji ber wê tu wateya Roja Rojnamegerên Dixebetin nîn e. Îro bi dehan rojnameger ji ber ku karê xwe kirine, di girtîgehê de ne û der heqê gelek rojnamegeran de jî ji ber nûçeyan doz hatine vekirin. Gelek rojnameger ji ber cezayan neçar mane ku derkevin dervayî welêt.”   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Altanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî êrişan divê rojnameger di nava piştgiriyê de bin û axaftina xwe wiha qedand: “Desthilat çend sal  berê gotibû, ‘Yên ku ne alîgir bin, dê bên qawirandin.’  Rojnamegerên çapemeniya azad jî tu car nebûn alîgir, her tim li pêy rastiyê ne û ji bo heqîqetê ragihînin civakê dixebitin û dev ji rastiyê bernedan. Desthilatên li dinyayê her tim rojnemegerên ku li dijî wan derten hedef digirin. Li vir jî desthilat herî pir rojnamegeran hedef digire, bi taybetî jî çapemeniya azad her tim bi zext, tundî, binçavkirin û girtinan re rû bi rû ye. Ji ber ku ji rastiyê ditirsin êrişî çapemeniya azad dikin. Di 16’ê Hezîrane de 16 rojnameger hatin girtin. Piştî wê jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de 9 rojnamegerên din jî hatin girtin. Desthilat her ku ditengije darizandinê dixe meriyetê û zextan li ser rojnamegeran ferz dike. Divê li dijî vê yekê têkoşîn û piştgiriyeke bi hev re bê nîşandayin. Heke li dijî vê yekê bi hev re bertek neyên nişandan, êrişên desthilatê jî wê berfireh bibin. Em malbat dixwazin ku rojnamegerên girtî bên berdan.”