‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’ 2023-01-10 09:01:53   AMED - Mamoste û zimanzan Abdurrahman Bakir bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya tunehesibandina zimanê kurdî û girîngiya mafê perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî û got: “Divê ji bo perwerdehiya ziman civak bê rêxistinkirin. Di vî warî de hewcehî bi têkoşîneke bêhempa heye.”    Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve heta niha polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê li ser zimanê kurdî berdewam dike. Gelek saziyên kurdî ku derbarê perwerdehiya zimanê kurdî de kar û xebatên xwe dimeşandin hatin girtin. Her wiha gelek hunermend, rewşenbîr û mamosteyên zimanê kurdî di girtîgehan de ne. Lê tevî polîtikayên tunehesibandinê û girtinan jî gelek saziyên ziman ji nû ve avabûn û ji bo erwerdehiya zimanê kurdî kar û xebatên xwe berdewam dikin û ji bo perwerdehiya zimanê kurdî ya fermî têdikoşin. Mamoste û zimanzan Abdurrahman Bakir ku bi salan e ji bo zimanê kurdî kar û xebatan dike û pirtuka bi navê rêzimana kurmanciye çap kir. Bakir tekildarî polîtikayên dewletê yên asimlasyonê ji ajansa me re axivî.   ‘TUNEHESIBANDINA ZIMANÊ KURDÎ BERDEWAM E’   Bakir bi lêv kir ku ji bo neteweyekî ziman nasname ye û ji ber vê jî netew-dewlet ji bo bikaribin li ser yek netew û zimanî pergala xwe ava bikin êrişî netew û zimanekî din dikin. Bakir anî ziman ku rewşa kurdan jî bi vê yekê re têkildar e û wiha axivî: “Dewleta tirk jî li ser neteweyekî avabû ye. Ji ber wê jî bi salan e li dijî zimanê kurdî polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê dide meşandin. Di dema Osmaniyan de jî polîtikayên tunehesibandinê li dijî zimanê kurdî hebû. Di roja me ya îro de jî gelek tişt guherîn e, ji ber wê helwesta dewleta tirk a li dijî kurdan jî guheriyê. Dewleta tirk ji bo bikaribe têkeve Yekitiya Ewropayê di qanûnan de hê guherîn çêkirin û gotin ‘hûn dikarin ji bo perwerdehiya ziman kursan vebikin’. Me jî li Kurdistan û Tirkiyeyê kurs vekirin. Lê dewletê dît ku di nav civakê de hêşmendiyek çêdibe sazî û dezgehên kurdan girtin. Niha jî dewlet bi awayekî nijadperest êrişî, çand, ziman û gelê kurd dike.”   ‘DIVÊ EM MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMAN BISTÎNIN’   Bakir di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku birêxistinkirina civakê dikarin mafê perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî bi dest bixin û wiha domand: “Desthilat bi destê xwe mafê perwerdehiya ziman nade. Divê ji bo perwerdehiya ziman civak bê birêxistinkirin. Di qada navneteweyî de jî ji aliye dîplomasiyê ve di nav hewldanan de bin. Divê em li benda dewletê nesekinin. Jixwe dewlet me nas nake. Ji ber wê divê civaka kurd bêje ez xwedî nasnameyekê me û ez ê ji bo vê yekê têbikoşim. Yanî dewlet bi dilê xwe nade, divê em bistînin. Divê ji her alî ve civak bê birêxistinkirin, ji aliye siyasî, çandî, wêjeyî, aborî û dîrokî yanî pediviyên civakê çi bin li gor wê civak bê birêxistinkirin. Yanî em karê ziman tenê li saziyekê bar bikin, ew neheqiye. Divê di hemû qadan de hewldan hebin. Her wiha divê têkiliya me bi her çar parçeyên din re jî hebe, em têkilî û dan û standinan bikin. Yanî weke civaka kurd hemûyan bigihînin hev, bi hêz bibin ku daxwazên me bi cih werin.”   ‘DIVÊ EM MALÊN XWE BIKIN DIBISTAN’   Bakir diyar kir ku di nava civakê de xwendin û axaftina zimanê kurdî kêm e û wiha pê dê çû: “Di raya giştî de kurdî kêm tê axaftin. Divê di bazar, raya giştî û dan û standinan de kurdî bê axaftin. Derfet ji hemû deman pirtir heye. Heke kesek bixwaze dikare mala xwe bike dibistana kurdî. Bila zarokên xwe perwerde bikin. Heke em wisa tevbigerin em ê bi ser bikevin.  Divê em dereng nemînin, ziman û çanda me bêhtir xesarê nebîne. Em di demeke zû de xwe bigihînin armanca xwe.”   ‘HEWCEHÎ BI TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA HEYE’   Bakir destnîşan kir ku ji bo heşmendiya ziman bê avakirin xala herî girîng yek jî siyaset e û axaftina xwe wiha domand: “Divê siyasetmedar di vî warî de xwedî berpirsyar bin. Mînak divê rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Kurdistanê  propaganda, kar û xebatên xwe bi kurdî bimeşînin. Ev yek ji bo hemû sazî û dezgehên me jî derbasdar e. Mixabin di vî warî de hêşmendiya me têra xwe tune ye. Divê berpirsyarên sazî û dezgehên me nexasim li Kurdistanê bi zimanê xwe biaxivin û bidin nasandin. Ez bawerim xebateke bi vî rengî bê meşandin, em ê gav bi gav li pêş bikevin. Di vî warî de hewcedarî bi têkoşîneke bêhempa heye.”   GIRÎNGIYA PERWERDEHIYA ZIMAN   Bakir bi lêv kir ku  riknê zimanekî li ser rêziman, ferheng û alfabeyê ava dibe  û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vî warî de gelek xebat pêşketine. Celadet Elî Bedîrxan xebateke pir hêja di wan şert û mercên giran de pêşxistiye. Îro hewceyê pê heye ku em hin pêşdetir bibin. Ji ber ku ziman tiştekî zindî ye, weke mirovekî xwe ji nû ve ava dike. Ji ber wê hewce ye hinek tişt bên zêdekirin, tişten ku jiyana mirovan derketine bên avêtin. Lê heta zimanek nebe zimanê perwerdehiya fermî dê têk biçe. Pêwîste di vî warî de hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê dîplomasiyê ve xebat bên kirin.”   MA / Mahmût Altintaş - Welat Ekîn