Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin 2023-01-09 18:32:01   MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji 8 kesên sewqî dadgehê hatin kirin, 3 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Li Mêrsînê 8 kesên ku di 6'ê Çileyê de bi îdiaya "amadekariya çalakiyê dikin" di avaêtina ser malê de hatin binçavkirin, îro sewqî edliyeyê hatin kirin. 8 kesên ku li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Mêrsînê hatin kirin. Dadgeriyê 5 kesan bi şertê kontrolkirina edlî berda û Cafer Adsay, Agît Adsoy û Hamdûllah Ozen jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt.