Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e! 2023-01-09 16:34:43   ENQERE - Derbarê sê êrişkarên cemxaneyan de îdianame hat amadekirin. Rapora “hişê wî ne li serê wî ye” dan Ahmet Ozkan K. ê êrişkar.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îdianameya derbarê êrişkarên li ser cemxaneyên elewiyan ên li Enqereyê ku di 30’ê tîrmeha 2022’yan de êriş pêk anîbûn îdianame amade kir. Êrişkaran li navçeyên Mamak û Çankaya Enqereyê êrişî Komeleya Alevî Bektaşî ya Turkmen, Cemxaneya Şahi Merdan, Komeleya Gokçebel a Dîvrîgiya Sêwazê û Cemxaneya Fatma Ana kiribûn. Dozger lêpirsîna derbarê êrişkar Ahmet Ozan K, Baver G. û Çagdaş Can B. de temam kir. Di îdianameyê de Huseyîn Kiliç jî wek mexdûr cih girt. Di îdianameyê de cih nedan komeleyên ku gilî kirine.    JI ESKÎŞEHÎRÊ ÇÛNE   Yek ji van êrişkaran Ahmet Ozan K., rojek beriya êrişê ji Îzmîrê hatiye Eskîşehîrê û piştî bi êrişkarên din re hev dîtine hatine Enqereyê û armanca wan ew bûye ku êrişî cemxaneya li Eskîşehîrê bikin lê ji ber li wir cemxaneyê nedîtine, çûne Enqereyê.    RAPORA ‘DÎNITIYÊ’ DANE ÊRIŞKAR   Balkêşe ku ji bo Ahmet Ozkan K., ji aliyê Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê ve rapora “hişê wî ne li serê wî ye” ango “dîn e” hatiye amadekirin. Ji êrişkaran re ji sûcên cuda yên êrişî heta 12 sal û 10 mehan cezayê hefsê tê xwestin. Dozger îdianameyê şand Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê.