HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir 2023-01-09 16:23:51   ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku li ser biryara partiya wan, daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê ya têkildarî guherandina Makeqanûnê hatiye redkirin.   Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç têkildarî rojevên heyî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, da zanîn ku tekane rojeva wan teklîfa guherandina Makeqanûnê ya Tifaqa Cumhur e û wiha got: “Me di helwesta xwe de diyar kiribû ku divê bêyî cihêkarî were kirin nêzî hemû maf û azadiyan bibin. Me gotibû ku di demeke ku ewqas cihêkarî tê kirin, maf tên xespkirin û derhiqûqtî tên kirin de pêşniyara tenê ji bo guherandina qanûna têkildarî dersokê kêm dimîne.”   ‘MANEWRAYA ÎKTÎDARÊ YA JI BO HILBIJARTINÊ YE’   Oluç, da zanîn ku di halê hazir de mafê wekheviya hemwelatiyê yê kurdan, elewiyan û hemû bawerî û nasnameyan tune ye û wiha domand: “Di rewşeke wiha de hewcehî bi vesazkirinên giştî heye. Daxwaza guhertina qanûnên tenê têkildarî dersok û saziya malbatê de, manewrayeke îktîdarê ya ji bo hilbijartinê ye. Ji bo ku hemû cihêkarî ji holê bên rakirin, divê guhertin di xala 10’an a Makeqanûnê de were kirin. Lê belê pêşniyara me ya di vê mijarê de nehat bersivandin.”    DAXWAZA HEVDÎTINÊ RED KIR    Oluç, destnîşan kir ku rêveberiya Koma AKP’ê ji bo teklîfa guherandina Makeqanûnê daxwaza hevdîtinê ji wan kiribû û wiha bi dawî kir: “Ev daxwaz ji hêla rêveberiya partiyê ve hate nîqaşkirin. Ji ber ku doza girtinê ya li dijî HDP’ê ku doza tolhildanê ye didome û mafê makezagonî ya partiya me anku mafê alîkariya xizîneyê di encama zexta îktîdarê de ji hêla AYM’ê ve bi awayeke derqanûnî hate bloqekirin, me biryar da ku daxwaza hevdîtinê ya rêveberiya koma AKP’ê red bikin. Me bi erênî bersiv neda daxwaza wan a hevdîtinê.”