Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn 2023-01-09 16:13:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li gelek navendan di salvegera 10'emîn de hatin bibîranîn.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gever a Colemêrgê ji bo bîranîna siyasetmedarên kurd ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Netweyî ya Kurdistan (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li avahiya partiya xwe merasîma bîranînê û nîşandayina sînevîzyonê li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, Hevserokên Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê û gelek endamên partiyê tevli bernameyê bûn. Di çalakiya bîranînê de wêneyên siyasetmedar û welatparêzên hatine qetilkirin hat daliqandin, gulên sor li ber wêneyan hatin danîn û mûm hatin pêxistin.    Di bernameya ku pîştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Leyla Atsak axivî û diyar kir ku wan têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane ji xwe re mînak girtin e û got, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ne em, lê yên ku ev êrîş organîze kirine dê biqedin.”   SOZA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê Fatma Temel  jî wiha got: “Em têkoşîna rêhevalên xwe yên li Parîsê hatine qetilkirin ti carî ji bîr nakin. Em hemû hêzên navneteweyî yên di vê êrîşê de cih girtine û tiliyên wan tê de heye, bi taybetî jî dewleta  Fransayê şermezar dikin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”   WAN   Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jinên ku hatin gel hev, her sê jinên kurd ên siyasetmedar bi bîr anîn. Di merasîma ku li avahiya ŞanoWan hat lidarxistin de, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl jî cih girtin. Li eywanê wêneyên jinên li Parîs û Sîlopiya hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin û mûm hatin pêxistin.    Rêz hati girtin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Çalakiya ku bi nîşandana sînevîzyonê berdewam kir bi guhdarikirina helbest û muzîkê bi dawî bû.   ÎZMÎR    Bi pêngiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li avahiya HDP'ê ya bajêr bernameya bîrananî hat lidarxistin. Di bernameyê de endama Meclisa HDP'ê ya bajêr Nerîman Bîrlîkler daxuyanî da.    Bîrlîkler bal kişand ser têkoşîna jinan û qetilkirina jinan û got: "Felsefeya 'Jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê li hemberî pergala serdest a mêr bû tirsek. Li hemberî serîrakirina jinan tu carî îqtîdarên faşîst ser piyan neman. Li hemberî serhildana jinan jî êrişeke pir tûnd dike. Di 9'ê Çileyê de li Parîsê qetlîamek pêk hat û qetlîam hêj jî nehatiye ronîkirin. Her wiha li Silopiyê jî qetlîamek pêk hat. Jinên ku hatin qetilkirin mîrateyeke mezin ên berxwedanê ji me re hiştin."   Ji Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz jî axivî û diyar kir ku di qetilkirina şoreşgeran de rola Dewleta Tirk û MÎT'ê heye û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Kaymaz destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê rêya heqîqetê û edaletê ye û got: "Ev sal dê bibe sala serkeftinê."    Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Îdîl Ugurlu destnîşan kir ku bi qetlîaman dixwazin kurdan bêhêz bihêlin û wiha got: "Hevalên me ji hêla koplogeran ên navneteweyî û MÎT'ê ve hatin qetilkirin. Em ê ji bo rakirina tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. 'Jin jiyan azadî' di têkoşîna jinan de bû felsefeyek."    Piştî nîşandana sînevîzyonê bernameya bîranînê bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   ENQERE    Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî bi minasebeta salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û qurbaniyên komkujiyê bibîr anî û destnîşan kir ku di 10 salên dawî de dewletên zilaman 17 jinên kurd ên siyasetmedar qetil kirin.