Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran 2023-01-09 15:59:27   AMED – DFG’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegeran a sala 2022’yan parve kir. DFG’ê da zanîn ku di sala 2022’yan 29 rojnameger hatine girtin û li 76 rojnamegeran jî ceza hate birîn.     Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2022’yan bi raya giştî re parve kir. Rapor di malpera înternetê ya komeleyê de hate weşandin û ev nirxandin hate kirin: “Me bi hêviya ku azadiya çapemenî û xwedîfadekirinê dest bi sala 2022’yan kir lê mixabin bi rewşeke berevajî vê sal qedand.”    Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2022’yan a DFG’ê wiha ye:    “Bi hêviya ku azadiya çapameniyê û raman li pêş bikeve me dest bi sala 2022’yan kir, lê me sal bi tabloyeke berovajiyê hêviyan bi dawî kir. Hikûmeta li ser erk li ser navê parastina desthilatdariyê di hemû qadan de şer kûrtir kir. Di nava vê hesabê de hemû aliyên muxalefetê û rojnamegeran kir hedef. Taybet jî pişeya me ya rajnamegeriyê hedef girt ku ji binîve biqedîne. AKP’ya ku bi qewlê bibe endamê Yekitiya Ewropayê (YE) bû desthilatdar, di pêvajoya 20 salê xwe de berovajiyê sazkirina pêvanen YE’yê bi hewldanên ku hemû azadiya raman û çapameniyê ji holê rake welat kir qada zilmê û çewsandinê. Van gevên herî mezin ên ku tên wateya ‘Kuştina Rojnamegeriyê’ di nav sala 2022’yan de pêk anî.    ROJNAMEGER RASTE RAST HEDEF HATIN NÎŞANDAN    Komaleya me binpêkirinên di nava salê de pêk hatin di bin 5 sernavan de berhev kir. Dema mirov yek yek navaroka van sernavan mêze dike, dê bibîne ku ev desthilatdariya AKP-MHP’ê çend ji rastî û heqîqeta jiyanê ditirse. Polîsên hikûmetê bi vê hişmendiyê di qadê de yan rasterast rojnamegeran dikir hedef û bi derb û tundiyê nedihiştin nûçeyan bişopînin an jî bi bergiriya mertal û laşên xwe rê nedan ku nûçe bê şopandin.    ÇEK XISTIN SERÊ ROJNAMEGERAN   Di pirtirê çalekiyên cemawerî de polîsan ji destpêka çalakiyê ve êrişî rojnamegeran dikirin. Hejmareke zêde rojnameger di van êrişan de hatin derbkirin, destûr nehat dayîn ku wêne û dîmen bên kişandin. An jî wek ku li Wanê pêk hat çek xistin serê rojnamegeran û rê li ber şopandina nûçeyê hat girtin. Li Wanê rojnamegerên ku hewl didan êrişa polîsan a bi ser meşa 1’ê Îlonê ya piştî mîtîngê pêk dihat bişopînin rastî êrişa polîsan hatin. Polîs di wê êrişê de bir ser hemû rojnamegeran de girt û çek spart serê wan û wan bi gefa kuştinê tirsand. Di yekserê salê de bi kêmanî 132 car şopandina nûçeyê ya rojnamegeran hat astengkirin, di van bergiriyan de kêmtir 65 rojnameger rastî êrişê hatin.    QANÛNA DEZENFORMASYONÊ   Di sala 2022’yan de derba herî mezin bi derxistina qanûna bi navê ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ku di rastiya xwe de Qanûına Sansûrê ye derket li azadiya çapameniyê û raman hat xistin. Ev Qanûn di serdemeke berê ya çêkirina qanûnyê de hat meclîsê lê ji ber bertekên gel, saziyên sivîl û partiyên muxalîf paşve hat kişandin. Li gel hemû bertekên gel, saziyên sivîl û partiyên muxalîf jî hikûmeta heyî di serdema destpêka vebûna meclîsê de ev Qanûına Sansûrê bi dengê wekîlên AKP-MHP’ê erê kir û kir meriyete. Ev Qanûına Sansûra ku derket û bû fermî bilî dengê desthilatdaran û alîgirê wan ji hemû agahî û nûçeyên din re bû kirasê reş yê veşartina rê û rêbazê darizandinê. Bi vê plansaziya Qanûına Sansûrê ne tenê em rojnameger civak bi giştî hedef hatiye girtin. Platformên medyaya sanal ku ji bo serdema nû bûn çapameniya alternatîf jî di çarçoveya Qanûına Sansûra derketî de bûn hedef. Wisan ku  di vê rewşê de hemû parvekirinên sanal ketin bin zextên darizandinê.  Ji ber vê her kiryara ku desthilatdar naxwaze bê aşkerakirin heke di cihek de wek nûçe ango wek tiwîtek jî  were parvekirin dikare wek “propagandaya rêxistinê” di dadgehan de were darizandin û cezakirin. Bi derketina vê qanûnyê an go zagonê re hejmara dozên ku hatin vebûn li xwe çend caran zêde kirin. Di nav salê de 56 malperên înternetê hatin giritin. Hezar û 109 nûçe û ditina naveroka 2 hezar û 201 medya sanal hat astengkirin. Di teqîna Taksîmê de li gel ku tu hukmekî wan ê hiqûqê nebûn jî tengavkirina banda înternetê pêk anîn û hesabên medya sanal û malperên înternetê ji dîtinê re hatin girtin. Ev astengkirinên ku qaşo li ser navê xeletî û dîmenên xirab neyên parvekirin pêk tên di rastiya xwe de wek mexmura ber rojê aşkeraye ku bi van qedexekirinan hewl didin rastiyan ji raya giştî veşêrin. Hemû agahiyên ji bo teqînê û bersûc ji aliyê hikûmetê ve hatin dayîn ji bo ku bi rastiyan neyên derewandin tengavkirina bandê pêk anîn ev jî pêkanîna sansûrê ye.    Di 2022’yan de rojnamegeran bêtirê dema xwe di edliyeyan de derbaskirin. Li dijî 68 rojnamegeran lêpirsîn vebû û ji van 65 jê veguherîn dozê. Rojnameger 810 car derketin pêşberî dadgehê û li 76 rojnamegeran ceza hat birîn. Di van darizandinan de bi giştî 1 muebbet, 181 sal, 6 meh 22 roj cezayê hefsê û 8 milyon û 105 hezar û 707 TL cezayê pere hate birîn.    39 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN   Bi mebesta ku dengê rojnamegeran bê birîn di nava salê de 39 rojnameger hatin girtin. Bi taybetî jî di van operasyonan de rojnamegerên kurd kirin hedef. Di 6 mehên dawî yên salê de 27 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin û xistin nava çar dîwarên girtîgehê. Di êriş û operesyona 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Polîs û hêzên din ên mîlîtar bi ser mal û kargehên koma rojnamegerên ku Hevserokê Komaleya me Serdar Altan jî di nav de bûn girtin. Di lêgerîna di mal û kargehên rojnamegeran de pêk hat hemû alavên rojnamegeriyê hatin desteserkirin. Heta ev serdegirtin û operasyon gaveke din li xwe zêde kir û biryara lêgerînê ya 30 rojan a ji bo produksiyonan dan. Bi giştî mehek cihê kar û studyoyên şîrketan di bin dorpêça polîsan de man. Bi vê rêbazê hat xwestin ku rê li ber xebatên rojnamegerên din jî were girtin. Polîsan ekîpmanên rojnamegeriyê, wêneyên şehîdên çapameniya azad û arşîvên rojnameyan wek ‘delîlên sûc’ peşkeş kirin. Piştî 8 rojên binçavkirinê, hevpîşeyên me derxistin edliyeyê û ji wan 16 jê bi boneye nûçe û çêkirina bernameyan hatin girtin. Li gel ku di navberê de 7 meh jî derbas bûn hêj der barê girtina van rojnamegeran de tu îdianame venebûye û hemû serlêdanên ji bo serbestberdanê jî hatine redkirin.    OPERASYONA DUYEMÎN    Di 25’ê cotmehê de jî bi Enqereyê ve girêdayî êriş û operasyon pêk hat û bi ser mal û kargehên 11 rojnamegeran de hate girtin. Hempîşeyên me yên rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Tundî û îşkence di 4 rojên binçavkirinê de jî berdewam kir. Di 29’ê cotmehê de ji 11 rojnamegeran 9 jê hatin girtin. Bi vê girtinê destnîşan kirin ku dixwazin rê li ber xebatên rojnamegerên Çapemeniya Azad a aşkerakirina heqîqetê bibirin.    Ji van hevalên me yên ku derxistin dadgehê li gel çêkirina nûçeyên wan, pirsa ‘hûn çima endamên DFG’ê ne’ hate kirin. Bi vê jî di xwazin komaleya me ya rojnamegeran kirîmînalîze bikin.    3 ROJNAMEGER HATIN KUŞTIN   Di nav salê de di nava sînorê Tirkiyeyê de rojnamegerek û li Herêma Federe ya Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî 2 rojnameger hatin kuştin. Li Kocaeli’yê xwediyê Rojnameya Dengê Kocaeliyê rojnameger Gungor Arslan hate kuştin. Arslan, ji ber nûçeyên li ser gendeliyê hate qetilkirin. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi sûîqestekê hate qetilkirin. Derket holê ku kujerê ji sûcê edlî tewambar ji aliye MÎT’ê ve hatiye peywirdarkirin. Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê jî bi daxuyaniyekê xwedî li sûîqestê derket. Di 20’ê mijdarê de Tirkiyeyê ji hewayî êrişî Bkur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah di êrişê de jiyana xwe ji dest da. Îsam Ebdullah ji bo nûçeya êrişa hewayî çêke diçû herêmê di encama êrişa hewayî ya duyem de jiyana xwe ji dast da.    TÊKOŞÎNEKE MEZIN LI BENDA ME YE   Di sala 2022’yan de li gel hewldanên astegkirina ji sansûrê heta şopandina nûçeyan, ji girtinan heta qetilkirinan jî rojnamegeran li ber xwe da. Di serî de kedkarên Çapemeniya Azad, her wiha pirtirên rojnamegeran destûr nedan siyaseta desthilatê ya ‘kuştina rojnamegeriyê’ bi ser bikeve. Ji bo vê jî rojnamegeran bibiryar li hemberî vê siyasetê berê pênûsa xwe, wênekêşa xwe û kameraya xwe dan ser rastiyan û nehiştin ser rastî û heqîqetê bê reşkirin. Her ku diçe roja hilbijartinê jî nêz dibe. Ji ber vê di sala 2023’yan de jî ji bo azadiya çapemeniyê û raman, ji bo bidestxistina mafê agahiyê ya gel têkoşîneke mezin li benda me rojnamegeran e.    ÎSTATÎSTÎKÊN BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN YA 2022’yan   1 – Binpêkirina mafên jiyan û ewlehiyê yê rojnamegeran    - Rojnamegerên rastê êrişê hatin: 65   - Rojnamegerên hatine kuştin: 1   - Serdagirtina malên rojnamegeran: 53   - Rojnamegerên hatine binçavkirin: 116   - Rojnamegerên hatine girtin: 39   - Rojnamegerên îşkence û muameleyên nebaş lê hatiye kirin: 118   - Rojnamegerên gef lê hatiye xwarin û teklîfa sîxûrtiyê lê hatiye kirin: 42                                                                                                                                                                                  - Astengkirina şopandina nûçeyan: 132   - Di girtîgehan de binpêkirina mafên rojnamegeran: 96   2- Binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirin û raman ê rojnamegeran    - Rojnamegerên der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 68   - Rojnamegerên der barê wan de doz hatine vekirin: 65   - Hejmara rojnamegerên hatine cezakirin: 76   - Cezayê li rojnamegeran hatiye birîn: Muebbetek, 181 sal û 6 meh û 22 roj   - Cezayê pere yê hatiye birîn: 8 milyon û 105 hezar û 770 TL   - Hejmara danişînên rojnamegeran: 455   - Hejmara rojnamegerên derketine danişîne: 810   - Hejmara rojnamegerên girtî (Li gorî roja 04’ê çileya 2023’yan):  87   3 – Binpêkirina mafên aborî û civakî yên rojnamegeran    - Rojnamegerên ku ji kar hatine derxistin: 22   - Rojnamegerên ku qerta wan a rojnamegeriyê hatine betalkirin: 1   4 – Astengkirin û sansûra li dijî saziyên medya û çapemeniyê    - Hejmara cezayên RUTÎK’ê li weşanan birî: 32   - Hejmara cezayên RUTÎK’ê: 54   - Hejmara qedexekirina weşanan: 75   5 – Astengkirina qadên medyaya dijîtal û înternetê    - Hejmara malperên înternetê yên hatine girtin: 56   - Nûçeyên hatine astengkirin: 1109   - Naverokên medyaya civakî yên hatine astengkirin: 2210”