Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde 2023-01-09 14:01:30 ENQERE - Serokê 2’yemîn ê Konseya Navendî yê TTB’ê Alî Îhsan Okten diyar kir ku îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde û got: “Li şûna ku îktidar êrişî TTB’ê dike bila pirsgirêkên tenduristiyê çareser bike.”    Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) têkildarî lêpirsîn û dozên derbarê endam û rêveberên wan de hatine destpêkirin, li otêlek Enqereyê civîn li dar xist. Serokê 2’yemîn ê Konseya Navendî yê TTB’ê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten di civînê de axivî. Okten diyar kir ku xebaten etîk û zanistî ku tenduristiya gel difikire li zora îktidarê diçe û got: “Ji ber ku em têkçûna tenduristiyê derdixin holê, sedema sedema ku îktidar me dixe hedefê.”    DOZA DERBARÊ ENDAMÊN KONSEYÊ DE    Okten girtina Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci wek, “neheqî, bêhiqûqî û antidemokratîk” nirxand û bertek nîşanî vekirina doza ji bo endamên Konseya Navendî ji wezîfeyê bên girtin da. Okten da zanîn ku di 10’ê çile de doza derbarê endamên wan de bê lidarxistin û got: “Naveroka vê dosyeyê vikîvala ye. Hêceta vekirina vê dozê li derveyî xebatên Konseyê ne. Derbarê xebatan de tiştek nehatiye gotin.” Okten destnîşan kir ku îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde û got: “Li şûna ku îktidar êrişî TTB’ê dike bila pirsgirêkên tenduristiyê çareser bike.”