Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin 2023-01-09 10:39:57 WAN - Li Wanê di saetên êvarê de barîna berfê dest pê kir û hê jî barîna berfê didome. Ji ber berfê rêya gelek tax û gundan hat girtin.    Li bajarê Wanê duh barîna berfê dest pê kir û berf hê jî dibare. Ji ber berfê rêya gelek gund û taxan hat girtin. Hat diyarkirin li cihên bilind stûriya berfê gihîştiyek metroyekê û li navenda bajêr jî stûriya berfê ji 30 santîmetreyan zêdetir e.    Kuçe, cade û taxên Wanê di bin berfê de man û dar û parkên bajêr bi berfê xemilîn. Ji ber berfê ji bo xwendekarên bi dolmîş û wesayîtan diçin dibistanê rojek biryara betlanê hat dayîn.    Dikandarên bajêr jî berfa li ber deriyên xwe paqij kirin.