Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze 2023-01-09 10:16:54 ENQERE - Yakûp Brûkanli ku li dijî tecrîda giran û binpêkirinên mafan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê xwe şewitandibû wiha got: “Divê her mirov li dijî her cure êrişê nasnameya xwe, civakbûna xwe û rûmeta xwe biparêze.”   Li girtîgehan zext, tundî û tecrîd her ku diçe kûr dibin û binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin. Yakûp Brûkanli yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê ku bi tecrîda giran û binpêkirinên mafan hate rojevê li dijî binpêkirinên mafan di 28’ê cotmeha 2022’yan de xwe şewitandibû, bi nameya ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê weşand re tiştên jiyane vegotin.    Brûkanli ku di nameya xwe de cih da binpêkirinên mafan ên pê re rû bi rû dimîne, anî ziman ku ji bo bêdengiyê şermezar bike laşê xwe şewitandiye. Beşeke nameya Brûkanli ku ji ber şewitîna laşê xwe pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî wiha ye;    HATE SIRGUNKIRIN   “Di adara 2022’yan de ji Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eregliyê hatim kirin. Nêzî 5-6 mehan li Tîpa T’yê mam. Weke li her derê ev pêvajo ji me re zehmet derbas bû. Em rastî xezeba Zeûs hatin. Dizanim taybetmendiya wî ya bingehîn cezakirine. Kesên ku wî û tiştên ew dixwaze qebûl nakin bi awayekî herî giran ceza dike. Tu qaîde û rêzikan nas nake. Ji ber kes bi ser wî de nîne. Dema ku rewş wisa be, herî dawî me xwe li vir dît. Dema ku Zeûs li her derê be, bêyî ku tu bêjî ‘merheba’ tu bi darê wî re rû bi rû dimînî. Her tim li pey tolhildanê ye. Merhebaya me ya ewil wiha dest pê kir û berdewama wê jî wiha bû.   KETE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Em bi 15 hevalan re hatin vir. Di bin navê odeyan de em hemû xistin hucreyan. Ji ber weke ‘ode’ bi nav kirine pergal hemû wisa ye. di her korîdorê de 6 hucre li cem hev in. Em hemû di bloqekê de xistin heman hucreyê. Ji bo ku bêjim em vê rewşê qebûl nakin û derbasî odeyan bibin bi midurê girtîgehê re hevdîtin kir. Bi saziyên têkildar re daxwazname nivîsî. Piştî ku me bersiveke erênî negirt ji Wezareta Dadê re daxwazname nivîsî û ketim çalakiya greva birçîbûnê.     JI BO HIŞMENDIYA JENGARÎ BIŞKINÎN…    Piştî ku her kes li dijî vê mûameleya keyfî û bêhiqûqî bêdeng ma, min jî ji bo vê hişmendiya jengarî bişkînim ev rêbaz rast dît. Mirov bi nasnameya xwe, bi nirxên xwe yên civakî dijî. Dema ku ev nebin mirov nikare behsa hebûn û civakbûna mirov bike. Ev rewş girêdayî rewşa zanebûnê ye. Zanebûna mirovekî ya li dijî nirxên civakî çiqaş pêş ketibe, helwesta xwe ya pratîk jî li gor wê diyar dike. Ez wisa difikirim ku her kesê dibêje 'ez ez im' divê li dijî her cure êrîşan nasname, civakbûn û rûmeta xwe biparêze.   BIRÎN PÊÇANDIN Û PAŞ VE ŞANDIN    Ez rewşa xwe ya tenduristiyê wiha vebêjim. Di laşê min de ji sedî 30-35 birîn hene. Di asta 1, 2 û 3’yemîn de şewat hene. Dema ewilî ez birim nexweşxaneyê min tedawî qebûl nekir. Tenê birîn pêçandin û paş ve şandin. Ez rojane li revîrê pansûmanan diguherînim. Şewatên di asta yekemîn de baş bûn. Şewatên asta sêyemîn ketin asta duyemîn û şewatên asta duyemîn jî berdewam dikin.”