Maseya Îslama Demokratîk civiya 2023-01-08 16:41:05   ENQERE - Maseya Îslama Demokratîk a Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê ji bo nirxandina kampanyaya “Di Îslamê de ked, aştî û edalet” civiya.    Maseya Îslama Demokratîk a Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna xwe ya 7’ê çileyê de kampanyaya xwe ya “Di Îslamê de ked, aştî û edalet” nirxand. Maseya Îslama Demokratîk di danezana encamnameya civîna xwe de diyar kir ku dê li dijî doza girtina HDP’ê xwedî li partiya xwe derkevin û wiha got: “Di serdemeke ku lez dane hewldanên bo girtina partiyê, AYM’ê bi awayeke derhiqûqî biryar da ku hesaba alîkariyê ya partiya me were bloqekirin. Vê biryarê weke qirêjiyekê di dîrokê de cih girt. Îktîdara AKP-MHP’ê ku nikare ji hêla siyasî ve partiya me têk bibe, hewl dide bi rêya çoyê darazê têk bibe û ev yek bêhiqûqî ye, bêwijdanî ye. Lê tu qîma vê hewldanê di nezera gel de nîne. Îradeya gel, mafê wan ê bijartin-hilbijartinê, bacên kesên deng didin HDP’ê û pêvajoya hilbijartineke adilane û demokratîk tên xespkirin. Dê dînamîkên civakî li dijî vê bêhiqûqî û bêwijdaniyê xwedî li partiya xwe derkevin û bi baweriyeke hîn mezintir têbikoşin.”    ‘DIVÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ BIBE’   Bi domdarî qala astengkirina berdana girtiyên nexweş hate kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Nahêlin girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Girtiyên ku zêde nexweş û zêde kal ku nikarin di girtîgehê bimînin nayên berdan. Giştînameya dawî ya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û pîr jî di pratîkê de nayê bicihanîn. Divê edaleta ji bo girtiyên nexweş û pîr tavilê bicih bê. Her wiha divê tecrîda li Îmraliyê didome tavilê bi dawî bibe ku weke şêweyeke rêveberiyê ya îktîdara zalim tê bikaranîn. Ne Makeqanûn û ne jî bawerî û wijdana me vê neheqiyê ranake.    EM Ê EDALET Û WIJDANÊ SERWER BIKIN   Hem ji bo civaka îslamî û hem jî ji bo hemû mirovahiyê rêza li hemberî mirî û mafê definkirinê pir girîng e. Lê ev îktîdara ku di zilmê de tu sînoran nas nake dest li mafê definkirina mirî wer dide û bi vê yekê re zilma xwe mezintir kiriye. Tiştên di dema definkirina cenazeyê Mîr Perwerde hatine jiyîn ku di Komkujiya Parîsê de hatibû qetilkirin, nîşan dide ku ev êriş bi destê dewletê sîstematîk tên kirin. Tu ol, mezheb, bawerî, mirovahî û wijdan vê qebûl nakin. Em vê pergala zaliman bi tu awayî qebûl nakin. Em ê li dijî vê pergalê jî hiqûq, edalet û wijdanê serwer bikin.    DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ ÎKTÎDARÊ BIDOME    Li welêt krîzeke mezin a aboriyê heye û welatî birçî ne û nikarin fatûreyên xwe bidin. Qesr û derdora wê di nava luksê de dijîn. Li dijî vê îktîdara ku heta ‘Nass’ê mîna pêlîstoka zarokan bi kar tîne û di nava keyfê de dijîn, em ê edalatê biparêzin û heta ku tevahiya welatî têr dijîn jî dê têkoşîna me bidome.    EM JÎNA EMÎNÎ BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN   Zext û tundiya ku rejîma Îranê li dijî maf û azadiyên jinan pêk tîne, di şexsê Jîna Emînî de veguherî raperînê. Di gelek ayetan de jin û mêr bi hev re tên bilêvkirin û tê gotin ku ji hêla maf û berpirsyartiyan ve wekhev in. Tevî vê yekê jî feras/rejîmên ku hewl didin Îslamê siyasî bikin zextê dikin û qetil dikin. Têkoşîna jinan a li her devera ku zext lê hene xurt dibe. Em Jînayê birêdarî bi bîr tînin.    KAMPANYA DIDOME   Kampanyaya me ya ‘Di Îslamê de ked, aştî û edalet’ ku di 23’yê cotmehê de hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya kampanyayê de bi gel re hevdîtin hatin kirin û pirsgirêkên di mijara ked, aştî û edaletê de hîn bêhtir hatin dîtin. Civak dixwaze bixebite, xwe bihewîne, zikê wan têr be û zarokên xwe bi dil aramî bişîne dibistanê. Civak dixwaze ku pirsgirêka kurd were çareserkirin û edalet bi cih bê. Daxwaza gelan, edalet e. Li dijî pergala serdest a yekperest, înkarger û asîmîlasyonkar em ê ji bo ku hemû gel, nasname, ziman, çand û bawerî wekhev û azad bijîn, ji bo ku azadiya ol û wijdanê û edalet pêk bê bi israr têbikoşin. Em bi vê zanebûn û baweriyê kampanyaya xwe didomînin.”