Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe 2023-01-08 11:27:25   RIHA – Malbata Şenyaşar di roja 671’emîn a Nobeta Edaletê de banga edaletê kir û wiha got: “Bila zilm bi dawî bibe.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 671’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    'BILA ZILM BI DAWÎ BIBE’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dewleta bêedalet dişibe avahiyeke rizî. Dayikek ji bo ku avahiya rizî yê li Rihayê nûnertiya edaletê dike xurtir bike, têdikoşe. Bila êdî edalet pêk bê. Bila zilm bi dawî bibe.”