Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin 2023-01-08 11:20:53   MÛŞ – Ji rêveberên HDP’ê parêzer Sedat Duşunmez dema ji merasîma definkirina cenazeyê Mîr Perwer ku li Parîsê hatibû qetilkirin vedigeriya, li noqteya kontrolê hate sekinandin û derbkirin.    Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) di 23’yê kanûnê de li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîs a Fransayê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Cenazeyê Mîr Perwer di 5’yê çileyê de li gundê Ewran ê girêdayî navenda Mûşê tevî êrişa leşkeran jî bi girseyî hate definkirin. Ji rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê parêzer Sedat Duşunmez jî tev li merasîma definkirina cenazeyê bûbû. Hat zanîn ku dema Duşunmez ji merasîmê vedigeriya li noqteya kontrolê ya polîsan hatiye derbkirin.    Ji ber tundiya lê hatiye kirin, gelek deverên laşê Duşunmez reş û şîn bûn û heta demekî binçavkirî ma. Duşunmez piştî ku hate berdan, giliyê polîsên êrişkar kir.    Duşunmez di îfadeyê xwe yê li qereqolê de diyar kir ku piştî noqteya kontrolê derbas kirin, wesayîta wan dîsa hatiye sekinandin. Duşunmez, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Polîs qebe nêz dibûn û min jî ew hişyar kirin. Li ser vê yekê êrişî min kirin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun ji polîsekî re got; ‘gelo we bi kîjan sedemê em dan sekinandin?’ Polîsî jî bersiv neda. Piştre Karakoyun dîsa pirsa ‘gelo heke kesekî rayedar hebe em dikarin pê re biaxivin?’ kir. Di wê navberê de polîsekê ku cilên TEM’ê li ser, bejin bilind û rihên wî dirêj bûn hate cem me û got; ‘dirêj nekin û dom bikin.’ Handan xanimê dîsa pirsa ‘gelo em dikarin hîn bibin bê ka em çima hatin vegerandin?’ jê kir. Polîsî jî nasname xwest. Min jî ji polîs re got; ‘hûn nûnertiya dewletê dikin û divê hûn kubartir bin. Heke hûn ji hevala jin re bibêjin ‘ji kerema xwe nasnameya xwe bidin’ em ê nasnameyên bidin we. Ez jî parêzerim û bi sepanê dizanim.’ Min hêj gotina xwe temam nekiribû ku pirsa ‘tu kî yî’ ji min kir û deriyê aliyê min vekir. 3 an jî 4 polîsên ku cilên sivîl li xwe kiribûn li wir bûn. Piştre jî polîsekê porspî ku 3 stêrk li ser bûn hat. Di nava qelebalixê de serê xwe dirêj kir.”    LI CIHÊ KU KAMERA NEBÛN TUNDÎ HAT KIRIN   Duşunmez, destnîşan kir ku komîser jê pirsa “Tu nasnameya xwe nadî?” kiriye û bûyer wiha vegot: “Hewl da min bi darê zorê ji wesayîtê paya bike. Komîser çêr li min kirin. Di nava qelebalixê de pêhn û kulm li min dan. Her wiha derbasî cihê ku MOBESE nebînin. Ez birim devera ku bloqên beton lê hebûn. Pê devî li erdê dirêj kir û li serê min xist. Serê min li erdê kaş kir, ji pişt ve kelemçe kir û pêhn li serê min û zikê min dan. Piştre jî rakirin ser pêyan û rûyê min dan dîwarê beton. Dema dibirin gefa ‘gelo hêj aqilê vî b*jî nehatiye serî?’ li min xwarin û kulmek li çavê min xistin. Piştre jî li wesayîtê hatim siwarkirin. Dema min gava xwe avêtî nav wesayîta binçavkirin, li çok û zikê min xistin û çêr kirin. Nêzî saetekê klîmaya ku hewayê sar dide vekirin û di wesayîtê de hatim hiştin.”