Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê 2023-01-08 10:50:26   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir ku ger komkujiya ewil a li Parîsê bihata zelalkirin, dê komkujiya duyemîn pêk nehatana.    Di ser qetilkirina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) re 10 sal derbas bûn ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku di sala 1991'ê de Sakîne Cansizê nas kiriye, behsa wê kir.    Keskîn diyar kir ku di sala 1991'ê de gava Cansiz ji girtîgehê derketiye hatiye buroya wê û got: "Gava hat, got 'ez dixwazim parêzera me ya wêrek û xemilandî nas bikim.' Ez van gotinên wê qet jibîr nakim. Me bi vî awayî hev du nas kir." Keskînê anî ziman ku paşê li derveyî welêt di panelan de hev du dîtine û got ku dostaniya wê ya bi Cansizê re di van wextan de xurt bûye.    'SAKÎNEYA KU EZ WÊ NAS DIKIM...'   Keskînê bi vî awayî behsa Sakîne Cansizê kir: "Ew Sakîne Cansiza ku min ew nas dikir, çendî demekê di nava şer de mabû jî, her tim aştîxwaz bû û li dijî serdestiya mêrî bû. Sakîne Cansiz, yek ji wan jinên herî bihêz bû ku min ew nas kirine. Serî li ber tu kesî neditewand. Min ew bi vî awayî nas kir."    PÊWENDIYA WÊ YA BI CIWANAN RE   Keskînê anî ziman ku piştî ku wê û Cansizê hev du nas kiriye, pêwendiya di nava wan de qet qut nebûye û got ku li Ewropayê gelek caran di panelan de rastî hev hatine û sohbet kirine. Keskîn bilêv kir ku taybetiya herî berbiçav a Cansizê ku wê ferq kiriye, pêwendiya wê ya bi ciwanan re bûye û bîranîneke xwe ya bi Cansizê re ragihand: "Ji bo panelekê çûbûm Hollandayê. Ez li mala hevalekê mam. Sakîne jî hatibû wir. Me heya serê sibehê li se rmafê jinan û serdestiya mêrî xeber da. Gava me sohbet dikir, dengeî wekî dengê bombeyê hat. Me li derve mêze kir, tiştek tune ye. Meger çop teqiyabû. Tişta ku 40 salan carekê li Hollandayê ancax çêbibe, hatibû serê me. Wê şevê em pir keniyabûn..."   Keskîn diyar kir ku roja komkujiyê telefonî Fîdan Doganê kiriye û got: "Rojbîn li parlementoya Ewropayê dixebitî û her kesî ew nas dikir. Piştî komkujiyê di cî de min telefonî Rojbînê kir. Min got, niha ew dizane bê kî miriye. Min telefon kir, lê bersiv nehat. Paşê li buroyê hevaleke min got, 'nav tên eşkerekirin.' Min dît ji kesên hatine kuştin yek jê jî Rojbîn e. Ez wê rojê qet jibîr nakim."    Keksînê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Sakîne Cansiz, ew mirov bû ku dabû ser rêya heqîqetê û dixwest meseleya kurdî bi awayekî aştiyane bê çareserkirin.Gelek caran tahde dîtibû, hatibû binçavkirin û li girtîgehan bi awayekî dijwar hatibû îşkencekirin. Lê dîsa jî her tim jib o aştiyê têdikoşiya. Ji bo min hêla herî girîng a Sakîneyê ev bû."    'SERÎ NEDITEWAND'   Keskînê destnîşan kir ku Sakîne Cansiz jineke azad bû û got ku jinan jî ev hêla wê esas digirt. Keskînê bilêv kir ku her wiha Cansiz jineke têra xwe entelektuel bûye jî û got: "Tevî hemû tahde û îşkenceyan jî tu carî serî li ber neheqiyan neditewand. Jineke wisa bû."    'HEMAN SERDEST, HEMAN KOMKUJÎ'   Keskînê bal kişand ser komkujiya li Parîsê ya vê dawiyê û got ku divê ehr du komkujî jî bên zelalkirin. Keskînê destnîşan kir ku di van komkujiyan de dewletên kûr bi hev re tevgeriyane û got: "Ez wisa difikirim ku di vê cinayetê de jî eynî wekî komkujiya li hemberî her sê siyasetmedarên kurd, tiliya heman serdestan heye."    'TENÊ TIRKIYEYÊ ELEQEDAR NAKE'   Keskînê anî ziman ku tevî hemû komkujiyan jî kurd dest ji têkoşîna xwe bernedane û got: "Kurd naguherin, dewlet diguhere. Ev bûyer, ji bo gel çavtrisandî bibe û paş de gav bavêje tên kirin. Ev ji bo tepisandina siyaseta kurdî ye. Ev mesele, tenê Tirkiyeyê eleqedar nake. Meseleya kurdî, meseleyeke navneteweyî ye."    DIVÊ BÊ ZELALKIRIN   Keskîn di dawiya de destnîşan kir ku Fransa divê van komkujiyan zelal bike û ev tişt gotin: "Çareserkirina vê bûyerê, ji bo çareserkirina meseleya kurdî jî girîng e. Ez wisa difikirim ku qethiyen tiliya rêxistinên îstixbaratê di van dozan de heye. Daraza Fransayê diviyabû van têkiliyan eşkere bikira. Ger ev doz bihata çareserkirin, dê di warê çareserkirian meseleya kurdî de bûbûna gaveke girîng û dê komkujiya duyemîn a Parîsê çênebûna."    MA / Esra Solîn Dal