Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin 2023-01-08 09:00:58   MÊRDÎN - Quleyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê yên li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nav erdên bi mayin bi paş de tên kişandin û qereqola leşkerî ya li sînor jî ji bo li pişt Taxa Dirbêsiyê bê bicihkirin amadekarî tên kirin.    Li navçeya Artûklû, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê ku nêzî sînorê Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê ne, sepanên leşkerî yên nû tên pêkanîn. Li texma deriyê sînor ên li Nisêbînê ku bi salan e girtiye, mewziyên leşkerî tên bilindkirin. Li navçeya Qoserê jî, amadekariyên barkirina qereqola leşkerî ya li texma deriyê sînor ê li Taxa Dirbesiyê ye, tên kirin. Biryar hat girtin ku ev qereqol ji sînor bê dûrxistin û li pişt gund bê bicihkirin.    Ji bo veguhestina qereqolê kar û barên înşeatê didomin. Lê gundî naxwazin qereqol li pişt gundê wan bê çêkirin. Gundî ditirsin ku di êrişeke gengaz de dê gundê wan wekî mertal bê bikaranîn.    Her wiha li gundên ku li sînorê her sê navçeyan, cihê quleyên leşkerî jî tên guherandin. Quleyên ku berê hatibûn çêkirin, li pişt erdên bimayin tên bicihkirin. Ev qûleyên cihên wan tên guherandin bi kevirên giran tên çêkirin û li ser her quleyê kamera tên bicihkirin.     Her wiha ji bo gundên li sînor şertê ku gundî nasnameyên xwe deynin noqteyên leşkerî an jî qereqolan hat danîn. Gundiyên ku bixwazin biçin nava erdên xwe an jî derkevin derve, divê nasnameya xwe deynin qereqolê yan jî noqteya leşkerî. Gundî di vegerê de dê karibin rahêlin nasnameya xwe.    Gundiyan xwest dawî li van pêkanînan bê û gotin ku ger wisa bidome dê nikaribin erdên xw ebajon û wê koç bikin.