Li Şirnexê kesek hate binçavkirin 2023-01-08 09:00:07   ŞIRNEX – Di encama serdegirtina li gundê Setkar ê Elkê de welatiyê bi navê Ugur Temel hate binçavkirin.    Leşkeran li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê bi ser malan de girt û welatiyê bi navê Ugur Temel binçav kir. Nehat zanîn bê ka Temel ji ber çi hatiye binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê.