Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin 2023-01-07 21:46:40       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan gotin: “Dem dema ronîkirina hemû komkujiyan e. Ev, rûmeta edaleta Fransa ye. Êdî dem hatiye; PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxin.”   Kurdistanî û dostên wan, kesên Fransî yên hatine hilbijartin, nûnerên sendîkayan, rêxistinên femînîst, ekolojîst, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan, tevlî meşê bûn. Girseyê bê navber dirûşmeyên “PKK tolhildan”, “Bijî Serok Apo”, “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Şehîd namirin” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.   Ji Yekîtiya Baroyan a Parîsê, ji Nûnertiya Tevgera Nobeta Ciwan û parlamener bang li girseyê kirin.   Meş ji 5 kortejan pêk hat. Piştî meş gihîşt qada Repûblîqûeyê, mîtîng ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   ‘EM Ê BI SER BIKEVIN, EW Ê BI BIN BIKEVIN’   Hevseroka CDK-F’ê Xane Akdogan bang li girseyê kir û wiha got: “Gelê me yê bi nirx, hûn hemû bi xêr hatin. Di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Apê Abdûrrahman de, ez kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bi bîr tînim. Çi qas êşa me hebe jî, em bi hêz dibin. Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin, ew ê bi bin bikevin.”   Hevserokê CDK-F’ê Abdûllah Ulmez jî spasiya kesên tevlî meş û mîtîngê bûne, kir û got ku ew ê têkoşîna şehîdan, timî bidin jiyîn.   'JI BO RÛMETA EDALETA FRANSAYÊ, BIRYARA NEPENIYÊ RAKIN'   Berdevkê Têkîliyên Derve yê CDK-F’ê Agît Polat xwest ku sirê dewletê yê têkildarî dosyaya Komkujiya Parîsê ya 1’emîn bê rakirin û wiha got: “Îro dem hatiye; dem dema ronîkirina hemû komkujiyan e. Ev rûmeta Fransayê ye. Rûmeta edaleta Fransa ye. PKK rêxistinek e ku nûneriya gelê kurd dike. Êdî dem hatiye; PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derbixin.”   Piştî axaftinên nûnerên CDK-F’ê malbatên kesên di Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn de şehîd bûne, xîtabî girseyê kirin.   Li ser navê malbata Sakîne Cansiz, birayê wê Metîn Cansiz ji girseyê re got ku hûn hemû malbata Sakîneyê ne. Xizma Evîn Goyî, Zeynep Kara jî xêrhatina tevahî beşdarvanên çalakiyê kir.   MALBATA ŞEHÎD: WÊ DEWLETA TIRK BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÎ BI SER NEKEVE   Cemal Tûran ku li ser navê malbata Şehîd Abdûrrahman Kizil axivî, got: “Dîroka dijminê me hovîtî ye. Dijminê me li dijî gerîlayên kurd her pîsîtiyê dike, çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne lê wê bi ser nekeve.”   Mûsa Alan ku li ser navê malbata Şehîd Mîr Perwer axivî, wiha got: “Hêza li dijî me hêzeke hov e. Lê kî jî derkeve pêşberê me em ser natewînin. Çawa ku Mîr Perwer bi rêya Hozan Serhed de çû û ji bo bipêşveçûn û berbelavbûna hûnera Kurdistanê têkoşiya, em ê jî bidin ser şopa Hozan Serhed û Mîr Perweran.”   ‘BILA SIRA DEWLETÊ BÊ RAKIRIN’   Li ser navê TJK-E’yê jî Cemîle Renklîçay axivî. Renklîçaya bi bibîranîna Şehîdên Parîsê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt gotin: “Ew pêşengên têkoşîna kurdan bûn. Omer Guney endamê MÎT’ê bû, li girtîgehê bi awayekê gumanbar hat kuştin. Dewleta Fransa ji bo astengkirina darizandina dewleta tirk biryara sira dewletê danî ser dozê. Em bawer nakin ku Evîn Goyî ji aliyê nijadperestekî ve hatibe qetilkirin, ev kuştin, kuştineke siyasî ye. Bila sira dewletê ji ser dosyeya sala 2013’an bê rakirin. Em penaberên li vir, di bin parastina dewleta Fransayê de ne, em ê li vir li têkoşîna xwe dewam bikin.”   ‘EM Ê KURDISTANÊ Û RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN’   Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî wiha axivî: “Îro em bi deh hezaran Kurd ji bo edaletê li vir civiyan. Em kujeran nas dikin. Dibe ku kujer li vir bûn lê yên biryar dan li Enqereyê bûn. Dosyeya qetilkirina hevalên me Sara, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hêj nehatiye safîkirin. Lewma dewleta tirk qetlîama duduyan kir. Dewleta Tirk çi jî bike wê ev karwan bigihîje menzîla xwe. Em Rêbertiyê û Kurdistanê azad bikin. Şehîdên me, ne bi tenê kurd in, ji gelên din jî şehîdên me hene. Du roj berê heval me yên ku endamên MLKP’ê bûn, li Hesekê şehîd bûn. Heval Zekî ji vir tevlî Şoreşa Rojava bû. Dewleta Tirk êrîşê çar aliyên Kurdistanê dike lê em ê jî li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe em ê edaletê bînin welatê xwe. Em ê di xeta Rêber Apo û şehîdên xwe de bimeşin.”   ‘DIVÊ GELÊ FRANSAYÊ HESAB JI DEWLETÊ BIPIRSE’   Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî destnîşan kir ku dewleta Fransayê ji derxistina holê ya qetlîaman berpirs e û ev gotin kirin: “Divê gelê Fransayê hesabê her du qetlîamên li welatê xwe ji dewletê bipirse. Dewleta tirk tehemulê cenazeyên me jî nake. Çawa ku hestiyên kurekî bi kargoyê dan dayika wî, xwestin cenazeyê Mîr Perwer jî birevînin, bi kepçeyê veşêrin. Em ê hesabê vê bipirsin. Em ê bi Şoreşa Jinan bersiva dewlet tirk bidin.”   Şaredara Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordebard jî anî ziman ku ew ji ber qetlîaman xemgîn e û da xuyakirin ku hemû hilbijartiyên li wir bi kurdan re ne.