35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin 2023-01-07 14:35:35   AMED - ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Îsa Soysal ê di sala 1988'an de hat windakirin, pirsî.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya hefteya 726'an de ya ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar dixin li aqubeta Îsa Soysal pirsî. Xizmên Windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuluya Amedê daxuyanî da. ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Îsa Soysal ê di sala 1988'an de hat windakirin, pirsî.    ‘ÎŞKENCE ENCAMA BÊCEZAHIŞTINÊ YE’    Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku bûyerên derbarê mijarê de yên ku diqewimin ne bûyerên munferît in û got:"Ji bo li Tirkiyeyê bi heqîqetê re bên rû hev em li gel hev in. Polîtîkaye ku van binpêkirinan nabîne mijara gotinê ye. Dewamkirina çalakiyên îşkence û muameleya ne baş encama polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Ji ber vê jî peywirdarên cemaweriyê tundiyê dikin."   Zeytûn da zanîn ku tê gotin hestiyên kesên di komkujiya Geliyê Zîlanê de hatin qetilkirin derketine holê lê belê têkildarî vê yekê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û got: "Dîsa em li Newala Qesabayê jî binpêkirina mafan dibînin. Divê bersûc bên cezakirin. Lê belê polîtîkayeke ku mafên mirovan vedişêre heye. Tevî zextan û qedexeyan divê xwedî li lêgerîna edaletê bê derketin."   Piştre Cîgira Serokê ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr çîroka windakirina Îsa Soysal parve kir.    SERPÊHATIYA SOYSAL    Demîr da zanîn ku Îsa zewicî bû û sê zarokên wî hebûn û wiha domand: "Li bajaroka Karoxê ya Gundê Bozalan a Silopiyê di payiza 1988'an de Îsa ji aliyê sê kesên kincên sîvîl li xwe kiribûn ji mala xwe bi zorê hat derxistin. Careke din xeber jê nehat girtin. Îsa bi ajal û cotkariyê mijûl dibû. Berê qet nehatibû binçavkirin. Kesên hatin mala wî gotin karê me bi te heye û gotin em ê herin Amedê. Ji wê rojê de ye careke din ji Îsa xeber nehat girtin. Xizmên wî li her derê li wî geriyan lê tu encam bi dest nexistin."   EV 35 SAL IN XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN    Demîr da zanîn ku zextên li ser malbat û gund bi salan e dewam dike û wiha axivî: "Di serê sala 1994'an de gund ji aliyê leşkeran ve hat valakirin. Xizmên Îsa ji ber tirsa wê demê heta sala 2009'an bi awayekî fermî serî li tu derê nedan. Di sala 2088'an de rojnameger Faruk Aslan pirtûka Karakutu: Navê tarî yê Ergenekonê Tuncay Guney parve kir. Tuncay di pirtûka xwe de gotiye kesên di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin kuştin li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê hatine veşartin. Li ser vê yekê Baroya Şirxanê li Dozgeriya Komarê ya Silopiyê gilî kir. Xwest li cihê bûye mijar lêkolîn lê bê kirin. Li ser vêya serlêdan hat kirin û birayê Îsa Musa Soysal jî serlêdan kir. Di 2009'an de li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê lêgerîn at kirin û hestî derketin. Lê malbatê li vir xwe negihand agahiyên derbarê Îsa de."   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH   Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di ehfteya 562’yemîn de li ber Peykerê Mafê Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê çalakiyê li dar xistin. Malbatên windayan, parêzvanên mafê mirovan, parlamentere HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, rêveberên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Huseyîn Elçî daxuyaniya vê hefteyê xwend û wî jî serpêhatiya windakirina Îsa Soysal parve kir.