Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind 2023-01-07 13:59:47   ÎZMÎR - Ji parêzerên doza Denîz Poyraz, Fatma Demîrer diyar kir ku tenê ne kujer Onûr Gencer êrişê pêk anî û got: “Heta ku em encamek hiqûqek bi dest bixin, wê têkoşîna me bidome. Em ê vê pêvajoyê veguhezînin dadgehên bilindtir.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Îzmîrê têkildarî doza Denîz Poyraz ku xebatkara partiyê bû û li avahiya wan ji aliyê kujer Onûr Gencer ve hat qetilkirin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Heta em nebêjin ku doza Denîz Poyraz qediya, wê neqede” hat daliqandin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, malbata Poyra û ji parêzerên dozê Fatma Demîrer tev li civînê bûn.    ‘KUJER NE BI TENÊ BÛYE’    Parêzer Fatma Demîrer t3ekildarî pêvajoya dozê tiştên ku qewimîn axivî û got: “Me destpêka lêpirsînê got ku ne kesekî bi tenê cînayetê kiriye. Hin kesên pê re hereket kirine hene. Çimkî ev kujer li otêlên luks maye û ji bo bûyerê kifşêk iriye. Kujer çûye Sûriyeyê û perwerdehî girtiye. Dibe ku ew bi tenê hatibe avahiyê qetilxwînê pêk anîbe lê ew ne bi tenê ye. Dozger têkildarî bûyerê daxwazên me qebûl nekir. Divê bavê kujer û hevalên wî wek bersûc bihatana darizandin. Lê tenê wek şahid hatin nivîsandin. Paşê dest ji şahidiya wan jî hat berdan. Dibe ku dozê ji me revandin birin kampûsa girtîgehê, lê têkoşîna me dom kir. Em wek parêzerên dozê dibêjin ku wê têkoşîna me ya hiqûqê bidome. Em ê bi xelkê xwe re heta ku em encamek hiqûqî bi dest bixin wê têkoşîna me jî bidome. Em ê dozê veguhezînin hemû dadgehên bilind.”    CÎNAYETA POLÎTÎK    Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku kuştina hevrêya wan Denîz Poyraz qetilxwînek polîtîk e û helwesta AKP-MHP’ê nîşan dide ku bûyer ji aliyê kîjan hêzên tarî ve hatiye kirin. Başaran da zanîn ku hiqûq ketiye bin lingan û îktidar darazê wek şiva xwe bikar tîne. Başaran diyar kir ku îktidar cînayetên siyasî asayî dike û wê bi vê biryarê re têkoşîna wan neqede û dê têkoşîna xwe heta kujerên rastî derkevin holê bidomînin.