Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn 2023-01-07 08:05:00   AMED - Li navçeya Farqînê otobusa rêwiyan wergeriya û qeza çêbû. Di encama qezayê de yek pitik 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes birîndar bûn.    Otobusa rêwiyan a bi plaqeya 34 FMS 652 ya aydê firmaya Yenî Diyarbakir ku ji Amedê diçû Îdirê dora saet di 03.00’an de li kîlometreya 65’emîn a rêya bêjahiyê ya Amed û Farqînê ji kontrolê derket û wergeriya. Di encama qezaya çêbû de yek jê pitik 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.     22 kesên di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Amedê û tên dermankirin.    Têkildarî bûyerê ajokarê otobusê, ajokarê yedek û mûavîn hatin binçavkirin û lêpirsîna derbarê qezayê de hatiye destpêkirin didome.