Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2023-01-06 15:54:35   ENQERE – Di Nobeta Aştiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û wiha hat gotin: “Ji bo tedawiyeke baş divê înfaza girtiyan were taloqkirin û mercên berdana wan bên afirandin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her mehê di roja înê de Nobeta Edaletê li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê bi sernavê “Dawî li binpêkirinên li girtîgehan bînin! Bila mafê jiyanê were parastin” li Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate lidarxistin. Rêveberên Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tev li bûn.    GIRTIYÊN NEXWEŞ Û AŞTÎ   Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û got ku heta pirsgirêka girtiyên nexweş neyê çareserkirin dê pêvajoya aştiyê pêş nekeve. Turkdogan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi daxwaza edaletê tên kirin û wiha domand: “Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dîsa dest pê kirin û grevên birçîbûnê bi dawî bûbûn. Di pêvajoya Osloyê de rewşa girtiyên nexweş dîsa bû rojev. Her ku pêvajo pêş ket, me dît ku bi gavên biçûk ev pirsgirêk çareser nabe. Wezerata Dadê herî dawî giştînameyek parve kir û divê di vê giştînameyê de cihêkarî neyê kirin. Divê Serokkomar dema rayeya xwe bi kar tîne cihêkariyê neke. Divê ATK cihêkariyê neke û raporên berfireh ên nexweşxaneyên dewletê esas bigire. Berdana girtiyên nexweş a di pêvajoyên aştiyê de girîng e. Gelek girtiyên siyasî hene û vesazkirinên ji bo girtiyan dê bi xwe re aştî, wekhevî, azadî û edaletê bîne.”    HEZAR Û 517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE   Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat jî diyar kir ku mafê jiyanê mafekî bingehîn e û wiha derbirî: “Parastina jiyana mirovan, bi parastina beden û psîkolojiya mirovan pêkan e. Ev maf, ji bo hemû girtiyan derbasdar e. Li gorî îstatîstîkên Wezareta Dadê ya 1’ê kanûna 2022’yan, 336 hezar û 315 girtî û hikûmxwar hene. Ji van 5 hezar û 513 kes ser temenê 65 re ne. Li gorî tespîtên komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê ya nîsana 2022’yan jî li Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.”   ‘BILA BI GIŞTÎNAMEYÊ BIKIN’    Endama Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan jî destnîşan kir ku li girtîgehan lêkolîn kirine û ev tişt anî ziman: “Zextên li ser girtiyên siyasî ku di çarçoveya ‘têkoşîna li dijî terorê’ de tên darizandin zêde nayên dîtin. Girtiyên nexweş baş nayên xweyîkirin, nikarin ava paqij peyda bikin û zorê lê dikin ku di navbera rûmet û tedawiyê de tercîhekî bikin. Ev yek jî pirgirêka heyî girantir dike. Ji bo ku baş bên tedawîkirin, divê înfaza wan were taloqkirin. Divê bêyî ku cihêkariyê bikin, giştîname li hemû deveran bêşert û merc bikeve meriyetê û şert û mercên berdana girtiyên nexweş bên amadekirin.”    ‘HEKE TECRÎD RABE DÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BAŞ BIBIN’    Endama Komîsyona Mafên Mirovan a ATO’yê Ayşe Ugurlu jî got ku divê ji bo girtîgehan her cureyên tevdîran bên girtin û da zanîn ku girtî ji ber sepanên weke tedawiya bikelemçe, lêgerîna tazî û hwd. tedawiyê red dikin. Ugurlu got ku ew dixwazin rê bê dayîn ku li girtîgehan bi rehetî kontrolan bikin. Hevserokê SES a Enqereyê Kubîlay Yalçinkaya jî daxuyand ku xwenegihandina tenduristiyê pirsgirêkeke cidî ye û bang li wezaretê û midûriyetan kir ku li gorî rêgezên peymanên navneteweyî tevbigierin. Herî dawî jî li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê Munîbe Koç axivî û ev tişt anî ziman: “Heke tecrîda li Îmraliyê rabe dê aştî were, girtiyên nexweş baş bibin. Heke tecrîd ranebe, dê mercên girtîgehan jî baş nebin. Pirsgirêka girtîgehan girêdayî tecrîd û aştiyê ye.”