OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e 2023-01-06 14:16:50   AMED - OHD’a Amedê diyar kir ku blokekirina hesabê alîkariyê ya HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn a alîkariyê ya ku dewlet dide partiyên siyasî ye.    Komeleya Hiqûnqasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê têkildarî blokekirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve pêk hat, civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek parêzer tev li ciînê bûn. Hevseroka OHD’a Amedê Ozum Vûrgûn daxuyanî da û bi bîr xist ku heman dozgeriya k udi doza girtina bo HDP’ê de heman daxwaz kiribû lê Dadgeha Destûra Bingehîn bi hêceta “delîlên şênber nehatiye pêşkêşkirin” daxwazê red kir.    Ozgum Vûrgûn wiha got: “Ev biryara tedbîrê ku bêyî ku HDP parastina xwe bide û ji hêceta hiqûqî bêpar hatiye dayîn, pir eşkere li dijî Destûra Bingehîn e.”   'BI AWAYÊ RÊBAZÎ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’    Vûrgûn anî ziman ku biryara hatiye dayîn li dijî şiklê biryargirtina AYM’ê ye û blokekirina alîkariya ji bo HDP’ê li dijî xala 149’emîn a Destûra Bingehîn e. Vûrgûn destnîşan kir ku di guhertina Destûra Bingehîn de ji bo betalkiaringuhertinê, girtina partiyên siyasî an jî bêparkirina wan ji alîkariya dewletê, ji sê parên duduyan piraniya endamên beşdarî civînê dibin pêwîst e û ji ber ev nehatiye kirin biryar li dijî Destûra Bingehîn e. Vûrgûn diyar kir ku siyaset bi destê hiqûqê hatiye astengkirin û ev jî raboriyê dubare dike û eşkere tê xwestin ku siyaseta HDP’ê asteng bikin. Vûrgûn got hat xwestin bi vê biryarê beşdariya HDP’ê ya hilbijartinê dema bê were astengkirin û cihêkariya li dijî HDP’ê nîşan dide. Vûrgûn da zanîn ku ew dixwazin ev biryara dijî Destûra Bingehîn demildest paşve bê girtin.