Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin 2023-01-06 10:07:45   MÊRSÎN – Di encama serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de 8 kes hatin binçavkirin.    Di danê sibehê de polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku serdegirtin bi hinceta “amadekariyên çalakiyan dikin” hatine kirin, di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û alavên welatiyan hatine belav kirin.    Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navên Cafer Adsay, Agît Adsay, Hamdullah Ozen, Mehmet Fatîh Uçankuş jî di nav de bi giştî 8 kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.