Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî 2023-01-06 09:03:29   MÊRDÎN - Navendeke kar a 4 blokî ya di nava sînorên şaredariya AKP'î ya Artûklûyê de, ewilî qada xwe fireh kir û paşê di navbera blokan de avahî çêkirin. Şaredariyê ruxset da vê înşeata derqanûnî.    Li Kolana Valî Ozan a navçeya Artûklû ya Mêrdînê, Navenda Kar a Kiliçlarê ku 600 metreyî dûrî Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê ye û li hemberî Walîtiya Mêrdînê ye, di sala 2020'î de bû otêl. Navenda kar ku li navenda bajêr e û ji 4 blokan pêk tê, ewilî 2 blokên wê kirin otêl. Ji bo berfirehkirina cihê ku dê wekî kaftereya bihata bikaranîn jî, ewilî stûnên hesin danîn ser peyarêyê û bi vî awayî peyarê hatibû dagirkirin. Piştî giliyê navenda kar hatibû kirin, Şaredariya Artûklûyê daxuyanî dabû û îdia kiribû ku ya hatiye kirin di nava sînorên parsela aydê avahiyê de hatiye kirin, lê paşê derketibû holê ku peyarê hatiye dagirkirin.    Tevî hemû giliyan jî şaredariyê mudaxile li vê dagirkirina peyarêyê nekir û bi ser de her du blokên mayî yên wekî navenda kar dihatin bikaranîn jî bûn otêl. Ev der gava wekî navenda kar bû, li gor plana îmarê di navbera blokan de valahî hebû. Lê piştî ev der veguherandin otêlê li cihê vala yê di navbera blokan de jî avahî hatin çêkirin. Walîtiya Mêrdînê û Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê mudaxileyî vê pêkanîna derqanûnî nekirine û bi ser de derket holê ku Şaredariya Artûklûyê ruxset daye vê avahiyê.    Şaredariya Artûklûyê di 8'ê tîrmeha 2022'yan de bi navê "cihê kar-ofîs" ruxset daye.    Odeya Mîmaran a Şaxa Mêrdînê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) îtiraz kir û ragihand ku dê giliyên berpirsiyaran bike.   MA / Ahmet Kanbal