Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje 2023-01-05 19:56:43   ŞIRNEX - Hat ragihandin ku li dibistaneke li navçeya Hezexê zarokekê hewl daye ku xwe bikuje.   Li Dibistana Amadehiyê ya li Taxa Turgut Ozalê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê zaroka 17 salî ya bi navê H.Ş. ji ber sedemeke nehat hînkirin hewl daye xwe bikuje. Lê belê piştî ku malbata wê pê hesiyaye, haya tenduristkaran pê xistiye. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê H.Ş.'yê rakirin Nexweşxaneya Hezexê.    Hat ragihandin ku rewşa H.Ş.'yê xedar e.