‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’ 2023-01-05 16:40:27 STENBOL - Parêzeran di doza GOÇÎZDER’ê de diyar kirin ku berevajîkirinên emniyetê bûne mijara darizandinê û ev tişt anîn ziman: “Emniyet di van lêpirsînan de xwe weke alî dibîne, sûcan diafirîne û sûcan dike.”    Rûniştina 2’yemîn a danişîna duyemîn a doza Komeleya Koçberî û Şopandinê (GOÇÎZDER) ku hevserokên wê Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan jî di nav de bi giştî 23 kes tê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin.    PARÊZER BARAN: DOZEKE SIYASÎ YE   Piştî navberê, parêzer Nûrhayat Koçyîgît parastin kir û îdiaya ku GOÇÎZDER li ser Şîrketa Turîzmê ya Bakirhan a ji Mehmet Baran hatiye kirin pereyan rewa dike red kir û wiha got: “Min şîrket li ser Wezareta Turîzmê dît û ji bo ku tu pirsgirêk dernekevin kirî. Tu eleqeya min bi GOÇÎZDER’ê re nîne.” Parêzerê Cîhan Kartal, Emrah Baran jî ev tişt anî ziman: “Ev doz, dozeke siyasî ye. Ji teknîka ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatiye bikaranîn ev yek xuya dike. Li gel ku kiryareke sûc nîne jî hinek ‘delîl’ pêşkeş kirine û hewl dane sûcan biafirînin.”    DAXWAZA KESÊ PISPOR    Baran, got ku derheqê miwekîlê wî de tu sûceke hatiye tespîtkirin nîne û wiha domand: “Li ser ‘agahiya îstîxbarî’, hewl didin miwekîlê min weke faîl nîşan bidin. Gelek îdiayên di girteka polîsan a di 1’ê hezîrana 2022’yan a derheqê miwekîlê min de di rapora MASAK’ê de nînin. Ev rapor 2 meh piştre hatiye amadekirin. Ez dixwazim ev îdiayên ku ne di rapora MASAK’ê de ji hêla kesên pispor ve bên lêkolînkirin. Halît Karahan bo miwekîlê min 250 TL pere şandiye. 3 sal piştre jî miwekîlê min hezar û 750 TL pere ji girtîgehan re şandiye. Ev pereyê bo girtîgehê hatiye şandin, weke ev pere hatiye hesibandin. Bi vê yekê re hem Karahan û hem jî miwekîlê min hatine sûcdarkirin. Li vir berevajîkirinek heye. Tenê ji bo tawanbarkirina komeleyê tiştekî wiha kirine.”     BIRYARÊN CMK’Ê DI DOSYAYÊ DE NÎNIN    Bi domdarî Baran bersiv da tawanbariyên li ser “Malbatên nirxan” tên kirin û wiha domand: “Emniyetê desên derheqê wan de lêpirsîn û teqîbat hatiye destpêkirin weke ‘malbatên nirxan’ qebûl kiriye. Bi vî awayî jî hedef nîşan da ye. Em qala delîlan dikin lê tu delîlan nayînin danişînê. ‘Delîlên’ ku tenê dozger û dadger dikarin bibînin nabe. Her wiha ‘biryarên guhdarîkirinê’ yên di xala 135’an a CMK’ê di dosyayê de nînin.”    BAL KIŞAND SER DEMÊ    Parêzera Makbule Altintaş, Cemîle Turhalli Balsak jî wiha got: “Îdianame tenê ji berevajîkirinan pêk tê. Mixabin ku ev berevajîkirin niha weke sedema girtina miwekîlên me tên nîşandan. Mixabin ku emniyet di dozên bi vî rengî de xwe weke aliyek dibîne, sûcan diafirîne û bi vê yekê re sûcan dike. Komeleyek hem legal û hem jî îllegal nabe. AYM jî bi heman awayî difikire. Îdiayên di îdianameyê de hiqûqê serûbin dike û gefa ceza li mirovan dixwe. Makbule 9 mehan xebitî ye lê guhdarîkirina telefonan û şandina pereyan li derveyî vê pêvajoyê ne.”    BERIYA KOMELEYÊ HATE DAMEZIRANDIN    Piştre jî parêzerê Bîlal Yildiz, Polat Yamaner mafê axaftinê girt û got ku tu têkiliya miwekîlê wî bi komeleyê re nîne. Yamaner bal kişand ser peymanên navneteweyî û got ku girtin û darizandina heyî derhiqûqî ye. Yamaner, xwest ku miwekîlê wî were berdan. Parêzer Erhan Ors ku girtiyê Burcu Gul jî bersiva îdiayan da û ev tişt anî ziman: “Ors, şîrketa xwe 9 sal berê damezirand. Lê weke şîrketeke ‘paravan’ a ji bo komeleyê hatiye nirxandin. Em ê agahî û belgeyên têkildarî xebatên 9 salan ên şîrketê piştre pêşkeş bikin. Miwekîlê min bi sedema pevbestîna belgefîlma ‘Sûr: Ax û Welat’ tê tawanbarkirin. Nabe ku eleqeya vê rewşê bi PKK’ê re bê girêdan. Walîtiya Amedê fîlmê ‘Li Sûrê Dewran’ erê kiribû û kesekê di vî fîlmî de cih digire, miwekîlê min jê re pere şandine. Ev yek weke sûc hatiye nîşandan. Lê ev pere di çarçoveya xebatên pîşeyî de hatiye şandin. Miwekîlê min ji Îmren T. re 500 TL pere şandiye lê ev pereye dîsa lê hatiye vegerandin. Ev her du xisûs di rapora MASAK’ê de jî cih digire. Lê hêzên ewlekariyê ev yek di fezlekeyan de bi cih nekiriye. Her wiha miwekîlê min endamê komeleyê nîne.”    ‘POLÎS SÛC DIKIN’   Parêzerê Halît Karahan, Kadîr Karahan jî got ku beriya miwekîlê wî ji bo îfadeyê were vexwendin, yekser hatiye binçavkirin û wiha derbirî: “Ev rêbaz, rêbaza herî dawî ye. Piştre jî hate girtin. Gelek binpêkirin hatin kirin. Hevdîtinên Karahan bi xwe û yên bi parêzerên wî re jî di îdianameyê de hatine bicihkirin. Bi vê yekê re polîsan sûc kiriye. Pir eşkere ye ku hewl dane xebatên qanûnî krîmînalîze bikin. Daxwaza berdana miwekîlê xwe dikim.”    ‘YÊN KU FAM NAKIN DÊ PIŞTRE FÊM BIKIN’   Serokê dadgehê jî got; “Min serê sibehê gotibû ku dê piştî saet 15.00’an ji bo muzekkereyan navberê bidim” û mafê axaftinê da dozger. Dozger jî xwest ku rewşa girtî ya endam û rêveberên komeleyê bidome.    Dadgehê ji bo ku piştre biryara xwe bide navber da danişînê.   Parêzeran bertek nîşanî serokê dadgehê dan. Di vê navberê serokê dadgehê ji eywana danişînê derket. Balkêşe dema diçû got; “Yên ku fam nekirîn dê piştre fêm bikin.”