Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin 2023-01-05 11:26:10   ENQERE - Derbarê nûçegihana ajansa me Ceylan Şahînlî ya li Girtîgeha Sîncanê tê ragirgirtin de piştî 5 salan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin.    Derbarê nûçegihana ajansa me Ceylan Şahînlî ya di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de hatibû girtin, piştî 5 salan doz hate vekirin. Danişîna ewil a doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê Şahînlî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin de hatiye vekirin dê di 7’ê adarê de bê lidarxistin. Şahînlî di nameya ku şandî de diyar kir ku derbarê wê de doz hatiye vekirin û anî ziman ku dozgeriyê bêyî parêzerê wê îfadeya wê wergirtî ye.    PIŞTÎ 5 SALAN DOZ HATE VEKIRIN     Ceylan di nameya xwe de ev tişt gotin: “Tevî ku bi israr min parêzer xwest jî dozger got ‘hewcehî bi parêzer’ nîne. Ev yek jî asta ku em hatinê nîşan dide. Dadger xwest ez bêm cezakirin. Daraza ji bo Sîbel Tekînê ‘rêxistin’ nedît, ez kirim endama PKK’ê û propagandîsta Hêza Azadiyê ya Yekbûyî (BOG). Dê di 7’ê adarê de danişîna doza min bê lidarxistin, ez ê ji dadger bipirsim ‘ka we çi kir’. Di vê navberê de lêpirsîna ku bû sedemê doza li min hatiye vekirin ya sala 2017’an e. Lêpirsîneke ku 5 sal in haya min jî jê nîne her çi tesaduf be piştî ez hatim girtin ji min re teblîx kirin.”   LI GIRTÎGEHÊ SÎNORKIRINA ‘AKTÎVÎTEYÊN CIVAKÎ’    Şahînlî di nameya xwe de qala binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku du mehan zêdetir e lê tê ragirtin kir û da zanîn ku piştî saet 16.00’an kalorifer tên girtin. Şahînlî, diyar kir ku mafên wan ên bingehîn hatine sînorkirin û anî ziman ku destûr hatiye dayîn ku tenê bi kesên qawişa xwe re derkevin “aktîvîteyên civakî” û nahêlin bi girtiyên din re derkevin.    CARA SÊYEMÎN BIRYARA BERDEWAM KIRINA GIRTINÊ DAN    Şahînlî, bi lêv kir ku di çarçoveya dosyaya hatine girtin de du caran girtina wan li ber çavan hatiye derbas kirin û got ku cara sêyemîn “Dadgerî beyî ku li rûyê me binere dîsa biryara girtinê da.”