Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine 2023-01-05 09:03:15   WAN - Projeya "Qada Bajêr" ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wê wekî "Projeya Megayî" ragihandibû, piştî îtirazên esnafên mexdûr hat sekinandin. Ji dêvla revîzekirina projeyê, li qadê tenê tuwaletên portatîf hatin bicihkirin.    Şaredarê AKP'î yê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê Mûrat Zorlûoglû, gava di 2017-2018'an de wekî qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû peywirdarkirin, daxuyandibû ku dê li navçeya Rêya Armûşê, li şûna avahiya şaredariyê ya berê "Qada Bajêr" bê çêkirin. Rêveberiya qeyûm wê demê vê projeyê wekî "projeya megayî" dabû naskirin û soz dabû ku dê heya sala 2019'an biqede. Hatibû ragihandin ku maliyeta projeyê jî 80 milyon TL ye. Ji xeynî vê soz hatibû dayîn ku dê bedêla dikanên esnafên li derdorê yên bandor ji projeyê bigirin jî dê bê dayîn.    Lê belê bedêla kargehên esnafan nehatibû dayîn. Ji dêvla vê hatibû xwestin ku esnaf biçin pasaja şaredariyê. Piştî vê esnafan serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dabû. Dadgehê eşkere kiribû ku esnaf mafdar in. Lê rêveberiya qeyûm jî ewilî serî li îstinafê û bi dû re jî serî li Şûraya Dewletê dabû. Şûraya Dewletê biryar dabû ku proje bê revîzekirin û bedêla kargehan bê dayîn. Piştî biryara Şûraya Dewletê, ne proje hat revîzekirin ne jî pirsgirêkên esnafan hatin çareserkirin.    Avahiyên li cihê projeyê hatin xerakirin û qismek wê kirin otopark. Li qismeke cihê vala jî tenê tuwaletên portatîf hatin bicihkirin.    AVCI: ÇAVKANÎ PÊŞKÊŞ KIRIN   Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku di hilbijartina 2019'an de hat hilbijartin û paşê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, got: "Li cihê ku qeyûm lê hebin, tu tiştek ji bo mifha gel nayê çêkirin. Me bi belgeyan piştrast kir ku bê qeyûmê ewil û qeyûmê duduyan çawa çavkaniyên vî bajarî pêşkêş kirine û talan kirine."    Avci bilêv kir ku pirgsirêka qada bajêr bûye pirsgirêkeke lareşî û got: "Ji bo pêkanîna plana Qada Bajêr divê hûn pirsgirêkên esnafan çareser bikin. Di serî de Çarşiya Misirê divê hûn xwe têxin bin barê mulkiyetê ya enasên li herêmê. Gava em hatin ser kar me çend civîn bi esnafa re kir. Dê dikanên van esnafan ji bo Qada Bajêr bihatana xerakirin. Lê hem pirsgirêkên van mirovan nehatin çareserkirin hem jî potansiyela wê ya berê nema. Li vir divê hûne snafan qaneh bikin. Ger hûn esnafan qaneh nekin, proje dê li dadgehê bên betalkirin."    RANT   Avci da zanîn ku ya hatiye kirin bê proje û bê plan hatiye kirin û wiha got: "Armanca wan, ew e ku dê çi qasî rantê bi dest bixin. Lewma gava em li tevahiya karên wan mêze dikin, em dibînin ku ji bo rantê ye. Niha cihê muzeya berê û cihê şaredariyê yê berê dane ber îhaleyê. Çêkirina van tuwaletan jî derî vê projeyê ye. Kes nizane bê vê derê jî bi çi qasî dane ber îhaleyê."