Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin 2023-01-05 09:02:34   AMED - Resûl Bîrkan, birayê girtî Yusuf Bîrkan diyar kir gurcikeke birayê wî tune ye û nexweş e jê re gotiye girtiyan li dijî zext û zordestiya li ser xwe li Girtîgeha Afyonê dest bi greva birçîbûnê kirine.    Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê ya Jimara 1’an a Tîpa T'yê girtiyan li dijî zext, tundî û binpêkirinên mafan di 3’yê çile de dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûne ya girtiyan di roja 3’yemîn de berdewam dike. Resûl Bîrkan ku birayê wî Yûsûf Bîrkan jî di girtîgeha Afyonê de ye diyar kir ku di 26’ê kanûnê de çûye girtîgehê bi birayê xwe re hevdîtin kiriyê û di hevdîtine de birayê wî jê re gotiyê gardiyanan zext, tundî li wan kiriye û jimartina li ser pêyan li wan ferz kiriye. Bîrkan got birayê wî di 2’yê çile de bi rêya telefon pê re axivî ye û jê re gotiyê girtiyan li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.    ‘TEDAWIYA BIRAYÊ MIN NAYÊ KIRIN’   Birkan bi lêv kir ku birayê wî di meha tirmehê 2012’an de li Amedê hatiyê girtin û bi dorê li girtîgehên Amed, Midyad, Mêrdîn, Kepsût, Bandirma girtî maye û niha jî li Afyonê tê ragirtin. Bîrkan da zanîn ku birayê wî bi hêceta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin. Bîrkan diyar kir ku gurçikeke birayê wî tune ye û got: “Di girtîgehê de tedawiya birayê min nayê kirin. Girtiyên ku nexweşiya wan giran in nayên tedawîkirin. Girtî terkê mirinê tên kirin.”    ‘ZEXT Û TUNDÎ ZÊDE BÛNE’   Bîrkan destnîşan kir ku birayê wî di hevdîtin 26’ê kanûnê de jê re qala zext û tundiya gardiyan li wan dikin kiriye û her ku diçe zext û tundiya li ser wan zêdetir dibin û gardiyan bi ser qawîşên girtiyan de digirin û tiştên wan serûbin dikin û girtiyek di greva birçîbûnê de bûye bi erdê re hatiye kaşkirin.    GARDIYAN GEFAN LI GIRTIYAN DIXWIN    Bîrkan bi lêv kir ku birayê wî ji gardiyanan re gotiyê ji ber zext û tundiyê dê li CÎMER’ê giliyê wan bike û ji ber vê yekê gardiyanan gef li birayê wî xwarin e û xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û bang li partiyên siyasî û rêxistinên maf û hiqûqê kir ku biçin girtîgehê serdana girtiyan.    ‘REWŞA LI GIRTÎGEHAN PIR XERAB E’    Bîrkan destnîşan kir ku ew bi malbatî ji rewşê bi fikar in û wiha got: “Dema em li ser telefon li girtîgehê digerin û dixwazin rewşa birayê min hîn bibin, girtîgeh ji me re dibêje, ‘Heke tiştek bibe hûn ê agahî bigrin’. Rewş li girtîgehan pir xerab e. Li gelek girtîgehên bajarên Tirkiyê, gardiyan li hemberî girtiyan bi gotin û îşaretên nijadperest tevdigerin. Tevî vê yekê jî li dijî zilma li ser girtiyan bêdengiyek di nava raya giştî de heye. Di girtîgehan de qetlîam diqewimin lê tu kes nabihîse. Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî rewşa li girtîgehan ji nedîtî ve tên.”