Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2023-01-04 20:39:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Fransayê Parîsê ji cihê komkujiya ku di 23’yê Kanûna 2022’yan de qewimîbû, heta cihê komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan, xeleka mirovan hat çêkirin. Gelek nûnerên fransî jî tevlî bîranînê bûn.   Ji Navenda Çanda Ahmet Kaya ku di 23’yê Kanûnê de bi êrişeke çekdarî re rû bi rû mabû û di vê êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil lê hatibûn qetilkirin, heta Navenda Enformasyon a Kurdistanê ku di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) lê hatibûn qetilkirin, xeleka mirovan hat çêkirin.   Di bîranînê de hat bibîrxistin ku berî 10 salan jî dewleta tirk sê jinên kurd ên şoreşger qetil kiriye û îşaret bi girêdana di navbera her du komkujiyan de hat kirin.    ŞAREDARA PARÎSÊ YÊ 10’EMÎN: EM XEMGÎNÎ Û HÊRSA WE PARVE DIKIN   Şaredara Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordebard jî tevlî bîranînê bû. Cordebard li ber Navenda Çanda Kurd ku cihê destpêkirina meşê ye, axivî û wiha got: “Ez car din dixwazim bêjim; em xemgîniya we parve dikin. Em hêrsa we jî parve dikin. Li vir bi jinên Kurd re, em têkoşîna jinên kurd a cîhanê dizanin. Li giştî cîhanê ji bo parastina demokrasiyê, em dizanin ku Kurd çiqas tifaqa me ne. Em dizanin ku em deyndarê Kurdan e. Li vir, li Fransa, li Parîs û li Ewropayê em dizanin para wan di aramiya me de heye.”   MELÎKE YAŞAR: EM DIXWAZIN XEYALA HEVAL EVÎN PÊK BÎNIN   Berdevka Têkîliyên Derve ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Melîke Yaşar axivî û got: “Wek hûn dizanin me duh sê hevrêyên xwe yên bi nirx, rêkir xakên pîroz. Îro meşa ku em pêk bînin, weke tê zanîn Heval Evîn bi xwestek û îdiayek mezin dixwest li Parîsê pêk bîne. Ji bo salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û ji bo tolhildana Sara, Rojbîn û Ronahiyê dixwest meşekê li dar bixe. Li ser vê çalakiyê gelek disekinî. Ne tenê bi jinên kurd re; di heman demê dixwest bi rêxistinên Fransî yên femînîst ên cuda, Înîsiyatîf û derdor re çalakiyek bi vî awayî pêk bîne. Lewma em dixwazin xeyala Heval Evîn pêk bînin.”   SYLVÎE JAN: EM Ê NEVEGERIN XALA SIFIR   Seroka Komeleya Dostayetiya France-Kurdistan Sylvîe Jan li kolana La Fayette ku berî 10 salan sê jinên kurd ên şoreşger lê hatin qetilkirin, axivî û wiha got: “Ez dixwazim ronahiyek a hêviyê lê zêde bikim. Di van demên ku tê fêkirin em di tarîtiyê de ne, dixwazim îşaret pê bikim ku piştî 10 salan çi tişt hatine guhertin. Ne raste ku em li xala mirinê ne. Em ê nevegerin xala sifirê.”   Ji nûnerên TJK-E’yê Sara Marcha jî wiha got: “Ruhê Evîn Goyî îro bi me re ye. Em car din van aktîvîstan bi bîr tînin.” Sara Marcha destnîşan kir ku Sakîne Cansiz soza têkoşînê ya li dijî hemû zextan, daye. Marcha qala têkoşîna Sakîne Cansizê kir.