Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin 2023-01-04 16:18:16 ÊLIH - Malbata keçika ku hate diyarkirin ji aliyê G.Y.’yê ku kekê wî cerdevane ve hatiye revandin, tev li daxuyaniya çapemeniyê bû û anî ziman ku kesên keça wan revandine 20 rojan zêdetir in tên parastin.  Li Êlihê têkildarî revandina keçika 14 salî K. Aslan li Parka Ataturkê daxuyanî hate dayîn. Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, HDP’ê û DBP’ê tev li daxuyaniyê bûn. Bav Yûsûf Aslan ê li vir axivî, diyar kir ku ji 10’ê kanûnê ve tevî hemû hewldanan zaroka wan nehatiye dîtin û wiha got: “Ez gelek mereq dikim, ev ji miduriyeta polîsan û dewletê bi hêztir in an jî hin kes piştevaniya van dikin? Ne dîtina keça min a di demekî evqas dirêj de, mirov matmayî dihêle. Bila demildest keça min were dîtin.”   ‘BILA BERPIRS HESAB BIDIN’   Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk jî diyar kir ku cihê keça hatiye revandin ne eywana dawetê dibistan e û wiha got: “Em vê zordariya ku mafê zarokbûnê ji destê zarokekê digire qebûl nakin. Divê di zûtirîn demê de tedbîr bên girtin da ku berpirsên bêdengkirina qîrîna zarokekî ji bo alîkariyê, yên ku di îstîsmarê de şirîk in hesab bidin û careke din dubare nebin. Divê em tu carî qebûl nekin ku zarok dikare razî be, em qebûl nakin.”   Sonuk, ji bo îstîsmara zarokan a di demên dawî de zêde bûne yeke din lê neyê zêdekirin xwest gavên pêwîst bên avêtin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.