MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin 2023-01-04 15:49:54   STENBOL - MKM’ê ji bo tevlibûna merasîma definkirina cenazeyên kesên li Parîsê hatine qetilkirin banga tevlibûnê kir.    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) têkildarî merasîma definkirina Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Daxuyaniya MKM’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Bûyera dawî ya ku li Parîsê li navenda Ewropayê pêk hatî, parçeyeke qirkirina li ser çanda kurdan e ku bi awayekî pergalî tê meşandin. Parîs bi komkujiya 2’yemîn re ji bo kurdan bûye bajarekî reş. Di heman demê de bûye cihekî kujerên hunermend û siyasetmedarên kurd. Hunermend Mîr Perwer jî yek ji wan hunermendên kurd bû ku li Kurdistanê hunera wî hatiye qedexekirin û berê xwe dabû Ewropayê. Tevî hemû astengiyan jî Mîr Perwer li penaberiyê di hunera kurdî de israr kiriye û di encamê de bûye hedefa qatilên kirêt û faîlên diyar. Weke kedkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê, di şexsê Mîr Perwerde de hemû cangoriyên hunera azad bibîr tînin. Li hemberî her êriş, pêkûtî, qedexe û kuştinan, em ê stranên xwe yên şoreşê bêjin. Wê tu êriş nekarin deng û awazên me qut bike. Bangawaziya me ji bo hemû gelê me ew e ku cenazeyan bi tevlibûneke xurt pêşwazî bikin, xwedî lê derkevin û oxir bikin.”