Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide 2023-01-04 12:42:39   RIHA - Ferît Şenyaşar ê di roja 667’emîn de Çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne, wiha got: “Gelê Rihayê vê bêedaletiyê ji nêz ve dişopîne. Ber deriyê edliyeyê nîşanî hemû bijartiyên tên dide.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 667’emîn de berdewam dike. Malbat a ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber deriyê edliyeyê bi pankarta li ser “Edalet” û dowîza li ser “Edaleta dereng were zilm e” dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir.    ‘EM LI BENDÊ NE KU EDALET PÊK WERE’   Ferît Şenyaşar ê di Nobeta Edaletê de axivî, wiha got: “Gotinek heye ku dibêje ‘edaleta ku dereng were zilm e’. Dayikek 667 roj in li ber deriyê edliyeyê li edaletê digere. Li vir zilmek û dramek jî heye. Dayikeke ku hevjînê wê û du kurên wê di nava nexweşxaneyê de li ber çavên wê hatine qetilkirin û kurekî wê jî bi fermana serdestan 4 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin heye. Li bendê ye ku dewlet tenê edaletê bi cih bîne. Kesê ku komkujî pêk anî parlamenterê partiya desthilatê ye. Dozger di vê mijarê de bêçare mane û nikarin peywîra xwe pêk bînin. Gelê Rihayê jî vê bêedaletiyê ji nêz ve dişopîne. Ber deriyê edliyeyê nîşanî hemû bijartiyên tên dide.”   Şenyaşar, anî ziman ku di dema têkoşîna xwe ya edaletê ku dimeşînin de gefan li kesê naxwin û bêbextî li kesê nekirine û got: “Yekane daxwaza me ew e ku bi bicihanîna daxwazên dewleta hiqûqê re edalet bi cih were anîn.”